Menîce Gulmez: Yêkitî ji bo kurdan bi qasî nan û avê pêwist e 2020-01-15 09:04:28   Zeynep Durgut-Hikmet Tunç   WAN - Platforma Yêkitiya Jinên Kurd di 2'emîn salvegera damezrandina xwe 22’yê kanûnê de li Amedê civiya û di civînê de biryarên girîng girtin.  Der barê civînê de ji Partiya Însan û Azadiyê Menîce Gulmez axivî.    Platforma Yêkitiya Jinên Kurd di 2'emîn salvegera damezrandina xwe 22’yê kanûnê de li Amedê civiya. Di civînê de mijara yekitiya neteweya kurd hat nîqaşkirin.  Di encamnameya civîna Platformê de li dijî perçekirinê yekitî esas hat girtin. Ji Partiya Însan û Azadiyê Menîce Gulmez der barê encamên civînê û girîngiya yêkitiya netewî de rol û mîsyona jinan ji ajansa me re nirxand.     ‘Ji bo yekitiyê tu astengî tune ne'   Menîceyê diyar kir ku Civîna Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî gaveke pir girîng e û anî ziman ku ji bo pêkanîna tifaqa Gelê Kurd jin roleke girîng dilîzin û wiha axivî;” Civîna Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi rastî jî hem bi wate û hem jî girîng bû. Pêkanîna vê civînê hem em kelecanî kirin û hem ji em bi hêz kirîn. Ev civîn ji bo avakirina tifaqa gelê kurd û yêkitiya neteweyî firsendek bû. Loma me di vê civînê de dît ku jin ji mêran zêdetir yêkitiyê dixwazin û jin bi biryarin. Di civînê de ji her nêrînê, ji her baweriyê û bîrdoziyê  her hevaleke jin li ser yekitiya neteweyî nirxandin kir û herkesi fikr û ramanên xwe anîn ziman. Di vê çarçoveyê de her nirxandinek esas hate girtin. Ji bo avakirina yekitiya neteweyî tu astengî tune ne. ”   ‘Civîn bi biryarên girîng bi dawî bû’   Menîceyê anî ziman ku di civînê de biryarên girîng hatin girtin û got ku jinan li her çar perçeyên Kurdîstanê xebatên yekitiya neteweyî dane destpêkirin û wiha dom kir:” Ji bo ku em astengiyên heyî derbas bikîn, destpêkê pêdivî bi xebatan heye. Di vê çarçoveyê de  li her çar perçeyan biryara  destpêkirina xebatan hat dayîn. Her wiha biryarên ji bîrdoziyên cuda tevlîbûn û  bi hêzkirina  rêveberiyê hatin dayîn. Ji xeynî van xebatan platform wê di nava xwe de komîsyonekê ava bike û ev komîsyon wê li ewropayê pêşengtiyê bike. Herwiha ji bo konferansa netewyî ku bê lidarxistin jî biryar hat girtin.  Civîn her çend ku ne zêde berfireh bû jî bi encamên girîng bi dawî bû.”    ‘Yêkitiya neteweyî bi fikir û bîrdoziya jinan pêkane ye’   Di berdewamiya axaftina xwe de Menîceyê bal kişand ser rol û mîsyona jinê di warê yekitiya neteweyî de û anî ziman ku yekitiya Gelê Kurd bi têkoşîn û rêxistina jinan pêkan e û ev tişt anî ziman:” Li ser vê erdnîgariyê di her qadên jiyanê de êşên herî mezin jinan kişandine. Ji ber wê herî zêde jin dê ji yeketiya neteweyî sûdê bigirin. Ji ber ku em bawer in ew gavên bi pêşengiya jinan tên avêtin her tim dilsoz û watedar in. Berî jinan tu xebat nagihîje armanca xwe û ew xebatên ku jin tê de cih negirin wê tu caran serkeftî nebin. Di rojên pêşiya me de em ê li Wanê bi rêxistinên sivîl ên civakî re civînan li dar bixîn û bi vê re em ê xebatên yekitiya neteweyî li Wanê bidîn destpêkirin.  Em ê herîn hemû partiyan û hemû saziyan. Li gel lidarxistina civînan em ê aqileke hevpar birêxistin bikîn. Ev xebat jî wê bi pêşengiya jinan pêk bên. Ji ber wê jî em dibêjîn ku  yêkitiya neteweyî bi fikir û bîrdoziya jinan pêkan e.”   ‘Yêkitî bi qasî nan û avê ji bo kurdan girîng e'     Di dawiya axaftina xwe de  Meniceyê bi lêv kir ku parçebûn ne çarenûsa Gelê Kurd e û got ku yêkitiya kurd wekî nan û avê pêwîst e û wiha axaftina xwe bi dawî kir:”Çarenûsa  gelan civak aşkere dikin. Ji ber vê jî çarenûsa Gelê Kurd di destê me de ye. Encax em dikarîn çarenûsa xwe diyar bikin. Parçebûn ne qedera me ye. Parçebûn û ne pêkhatina yêkitiyê  navê tiraliya me ye. Divê em êdî destên xwe bidin hev. Yêkitî bi qasî nan û avê pêwist e. Bîrdoziya me, fikrên me û nêrîna me çi be divê di mijara yêkitiyê de em bibin yek. Divê em xwedî li nasnameya xwe û hebûna xwe derbikevîn. Di destpêkê em xwedî li nasnameya xwe û piştre xwedî li bîrdoziya xwe derkevîn. Divê herkes di nav vê xebatê de cih bigire. Kesên ku xwedî li gelê xwe û nasnameya xwedî dernekevin nikarin arîner jî bin. Ji ber wê em bang li hemû jinan ciwanan û civakê dikîn ku yêkitiya Gelê Kurd esas bigirin û bi vê zanebûnê tevbigerin.”