ROJEVA 15'Ê ÇILEYÊ 2020'AN 2020-01-15 09:00:00   *Cîhan Menan yek ji jinên ku di Berxwedana Serdemê de mala xwe ji sivîlan re vekiribû. Cîhanê got: "Şêniyên li gundên nêzî sînor hemûyan berê xwe dan gundê me. Nêzî 20 kesî di mala min de bi cih bûbûn. Me bi hev re berxwedana xwe li hember dewleta tirk û çeteyên wê didomand." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclisa Xerayê ya Çiyayê Kizwanan Elya Îsa girîngiya diyaloga sûrî-sûrî nirxand. Elyayê diyar kir ku divê em bi xwe pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û wiha got:"Hêzên ji derve her dem dixwazin li ser esasên berjewendiyên xwe kaos û şer ava bikin. Lê ji bo li dijî vê yekê em bikakiribin li ser piyên xwe bisekinin divê em rêya diyalogan vekin. Loma ji bo çareseriya kirîza Sûriyeyê diyaloga sûrî-sûrî girîng e." DÎMEN HEYE   *Platforma Yêkitiya Jinên Kurd di 2'emîn salvegera damezrandina xwe 22’yê kanûnê de li Amedê civiya û di civînê de biryarên girîng girtin.  Der barê civînê de ji Partiya Însan û Azadiyê Menîce Gulmez axivî.    *Di salvegera Komkujiya Roboskê de pirtûka helbestê ya bi navê 'Robozik' hat çapkirin. Tevî 6 jinên helbestkar bi tevahî helbestên 20 helbestkarî di nava pirtûka bi navê 'Robozik' de cihê xwe digirin. Jinên ku helbestên wan ên li ser Roboskê di pirtûka bi navê Robozik de cihê xwe digirin wiha gotin:"Roboskê birîn û di heman demê de qêrîna têkoşîna Gelê Kurd e." DÎMEN HEYE   *Hevseroka SES’ê Gonul Erden der barê tabloya tenduristiyê ya Tirkiyeyê de axivî û got bi nexweşxaneyên bajar re di tenduristiyê de ‘dema nexweşiyê’ dest pê kiriye û got: “Unîteyên şewatê, dermankirinên pençeşêrê, karê nayne û ji ber vê jî tên girtin. Li şûna wê qadên ku karê ji wan re tînin, vedikin. Gelek dermanan jî ji derveyê Teblîga Pêkanîna Tenduristiyê (SUT) tê hiştin. DÎMEN HEYE   * Hat diyarkirin ku zextên li ser girtiyên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê roj bi roj zêde dibin û her tim ji bo girtiyan girtek tê girtin û cezayên hucreyê tên birîn. Li dijî zextên li ser girtî û malbatên wan banga piştevaniyê hat kirin.   *Hevseroka DFG’ê ya di rojên borî de damezrandina wê hat îlankirin, rojnameger Dîcle Muftuoglu diyar kir ku li welat li hember rojnamegeran zextên mezin hene û li dijî vê yekane rê rêxistinbûn e. DÎMEN HEYE   *Li şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, derket holê ku destûr nadin endamên meclîsê bikevin şaredariyê. Endamên meclîsê diyar kirin ku li dijî van pêkanînan navber nedane xebatên xwe û got wê li kolanan xebatên xwe bidomînin. BI DÎMEN    *Gozel Kotan ku 8 salî bû ji Îranê koçî Tirkiyeyê kirine, 86 sale bê nasname dijî. Gozel niha ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bimeşe û tu nexweşxane jî wê qebûl nakin. Gozel ku rewşa wê giran bûye, divê demildest bê dermankirin.  BI DÎMEN    *Tora Ziman û Çanda Kurdî di 11 û12’yê çile de komxebata ziman pêk anîn û piştî vê Cevahîr Sadak encam û girîngiya komxebatê nirxand û banga ‘Bila zimanê we yê siyasetê jî Kurdî be’ li siyasetmedaran kir û got Kurdî biaxivin, bifikrin û bijîn. BI DÎMEN    *Bi boneya salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star, Endamên Kongreya Star a Herêma Firatê axivîn û gotin: "Xwestin di kesayeta Hevrînê de tirsekê têxin hundirê jinên pêşeng û yên ku siyasetê didin meşandin, lê li hemberî êrîşan berxwedan û têkoşîna me mezintir dibe."BI DÎMEN