Li Şehbayê konê xwepêşandanê hat vedan 2020-01-14 15:40:25   ŞEHBA - Kongreya Star a herêma Efrînê konê şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em ê tecrîdê û faşizmê têk bibin, netewa demokratîk misoger bikin" vedan.   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê konê xwepêşandanê bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê û faşizmê têk bibin, netewa demokratîk misoger bikin" li parka navçeya Ehdas a Şehbayê hat vedan. Konê xwepêşandanê dê 3 rojan dom bike. Her wiha kesên ku beşdar bûne cilên spî û bi nivîsa "Azadî ji bo Serokatî" û "Bijî Serok Apo" li xwe kiribûn. Park bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hatibû xemilandin.   Îro gelê navçeya Ehdas, gundê Maratê, Til Qireh, navçeya Fafîn, Babînês, Til Şeîr,meclîsa Kantona Şehba û tevahî sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweser serdanê kon kirin. Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star a Efrînê Hesna Hesen axivî û wiha got: "Dewletên navneteweyî li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bêdengiya xwe nîşan didin, ji bo aloziya Sûriyeyê her kûrtir bikin. Em weke gelê Efrînê her ji bo şikandina tecrîdê û rizgarkirina Rêber Apo li ser piyan bin û têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku em negihêjin armanca xwe, em ranawestin."   Paşê dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser şer û tevgera gelan ji bo azadiyê hat guhdarkirin. Çalakî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.