Dîlşat Canbaz: Gotina Abdullah Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn girîng e 2020-01-14 09:06:09     Safiye Alagaş   STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz, diyar kir ku desthilatdarî bi girtina deriyên Îmraliyê xwe ber bi dawîbûnê tîne û got: “Her gotina Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê û Rojhilata Navîn girîng e. Lê Tirkiye deriyê çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn digire.”   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş didome. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha bi parêzeran re, ji 12’ê tebaxa 2019’an de jî bi malbatan re hevdîtin nayê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz, tecrîda li Îmraliyê pêk tê û bandora wê ya li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand.   ‘Tecrîd didome’   Dîlşatê bi lêv kir ku pêvajoya li Rojhilata Navîn tê jiyîn tu cudahiya wê ji tecrîda li Îmraliyê tune ye û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan hîna didome. Ji bo tecrîd rabe di 2019’an de pêvajoya grevên birçîbûnê hat jiyîn. Piştî çend hevdîtinan şûnde tecrîdê dîsa dest pê kir. Her wiha tecrîd li hemû girtîgehan jî bi awayên cuda berdewam dike. Li ser girtiyên din ên Îmraliyê jî tecrîd didome. Tecrîd biryareke siyasî ye.”   ‘Kaos girêdayî tecrîdê ye’   Dîlşatê destnîşan kir ku AKP û MHP Tirkiyeyê bi şer û xwînê xwedî dike û ev nirxandin kir: “Li Rojhilata Navîn krîzek heye. Tirkiye jî bi vê re ketiye krîzê. Tirkiye di nava krîza aborî, siyasî û civakî de ye. Yanî pêşketin zêde ne baş e. Dema siyaset baş pêk neyê, pêşketin jî baş pêş nakeve. Şûnde dikeve. Ji sala 2000’î de desthilatdariyek heye. Lê niha xitimiye û serî li riyên cuda dide û dibêje ‘welat-netew’ û dikeve Sûriyeyê. Bi tezkereya şer xwest xwe zindî bike. Lê bi ser neket. Niha jî Lîbya derxistin. Wê di tezkereya Lîbyayê de jî têk biçin. Ji ber siyaset nayê hilberandin, ber bi şer ve diçin. Lê sedema hemû kaosê tecrîd e. Ger tecrîd rabûya ew ev kaos jî bi dawî biba.”   Dîlşatê balkişand ser cezayê dîsîplînê yên li Abdullah Ocalan û sê girtiyên din hatiye birîn û û got: “Li Birêz Ocalan û sê girtiyên din bi hinceta bandor li ser girtiyên din dikin, cezayên dîsîplînê tên dayîn. Berê digotin ‘şertên hewayê ne baş in, koster xerabeye’. Lê niha dibêjin bandor li hev dikin.”   ‘Abdullah Ocalan rêberekî polîtîk e’   Dîlşatê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû Tirkiyeyê xwedî cihekî girîng e û got: “Abdullah Ocalan, Rêberê gelê Kurd e. Gelê Kurd wî wek Rêber dibînin. 20 sal zêde ye di girtîgehê de ye. Rêberekî polîtîk e. Bêguman cihê wî girîng e. Bendewariya gelan jê heye. Ji ber vê jî rewşa wî ji bo me gelek girîng e. Ji bo gel û ji bo muzakereya çareseriyê gelek girîng e. Şer û mercê fîzîkî û tenduristiya Birêz Ocalan bêguman ji bo me girîng e.”   ‘Desthilatdarî gelan ber bi şer ve dibe’   Dîlşatê bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê hêvî ye û desthilatdarî jî bi şer xwe dide berdewamkirin û şer ji bo xwe wek rizgarî dibîne. Dîlşatê got desthilatdarî bi girtina deriyên Îmraliyê xwe ber bi dawîbûnê ve dibe û got: “Her gotina Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê û Rojhilata Navîn girîng e. Lê Tirkiye deriyê çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn digire. Divê demildest hevdîtina malbat û parêzeran a li Îmraliyê bê destpêkirin, ev tecrîd bê bidawîkirin.”