'Ez ê çavên xwe bi dîtina gundê xwe kil bikim' 2020-01-14 09:04:02   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Jina bi navê Şema Salih a ku li Gundê Til Mexasê dimîne da zanîn ku jiyana wê her dem bi koçberiyê derbas bûye. Şemdayê diyar kir ku ew li ser axa xwe bûye koçber û got têkoşîna wê ya ji bo berdewamiya jiyanê didome.    Jina bi navê Şemsa Salih dayika 3 law û 2 keçan e. Bi eslê xwe ji Serêkaniyê ye. Beriya 12 salan li gundê Til Mihemedê yê Navçeya Zirganê yê ku komên girêdayî dewleta tirk lê bi cih bûne, zewiciye. Şemsayê jiyana xwe her bi rêwîtiyê derbas kiriye. Têkildarî mijarê Şemsayê hestên xwe bi me re parve kir.    'Xaniyên me kirin xwelî'     Şemsayê di destpêka axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku çawa mala xwe avakiriye kir û wiha got: "Ji ber ku em di mala xwesiya xwe de bûn û zarokên me jî çêbûn em neçar man ku malekê ji xwe re ava bikin, lê pereyên me têrê nedikir. Di sala 2012'an de ez û hevjînê xwe tev çûn Laziqiyê û Banyasê. 8 salan em di baxçeyan de dixebitîn û heqdestê me yê rojê pir kêm bû. Me gelek zor û zehmetî dîtin. Piştî şeş mehan şûnde dema ku heqdestên me derket em vegeriyan gundên xwe. Me malek ava kir, lê piştî ku dagirker hatin tevahî amûrên malê talan kirin. Xanî şewitandin û kirin xwelî."   'Bi pergala Gelê Kurd ava kiriye hemû gel wek hev in'   Şemsayê wiha dom kir: "Bi sedan salan e em bi kurd û aşûriyan re dijîn. Dilê me bûye yek. Êşa ku aşûrî dijîn bandorê li kurd û ereban jî dike û bi hev re birînên xwe dikewînin. Kewandina birînên hev û kêliyên jiyanê yên herî xweş dibe sedema aciziya dewleta tirk û hevkarên wê. Dema ku em koç bûn kurdan û aşûriyan mal û dilê xwe ji me re vekirin. Yekîtiya me ji teror û êrîşa hovane ya dewleta tirk a dagirker mezintir e. Bi pergala Gelê Kurd ava kiriye hemû gel wek hev in."   'Dema dîmenên gundê xwe dibînim dilê min disoje'    Şemsayê diyar kir ku dema ew nûçeyên derbarê gundê xwe de li ser ekranên tv'yan dibîne dilê wê disoje û wiha dewam kir: "Ne tenê mal, axa gundê me jî gelekî bi nirx e lê dagirker hatin û axa me çewisandin. Dema ku navê gund di nûçeyan de derbas dibe ango dîmenên gund dema hatiye rûxandin û çewsandin, tê parvekirin dilê min disoje."   'Ne erd hat çandin û ne jî zarokan perwerdeya xwe domandin'   Şemsayê daxuyakirin ku wan erdê xwe neçandin û zarokên wan perwerdeya xwe nedomandin û wiha pê de çû: "Ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk me nedikarî wekî her sal erdê xwe biçînin û sûdê jê werbigirin. Piraniya erdan jî hatine mayînkirin. Di heman demê de zarokên me jî ji perwerdeya xwe qut bûn û nedomandin. Erd nehat çandin û zarok bê perwerde man. Gelo heta kengî em ê êşa dagirkeran bikşînin? Divê em her dem bi dilekî hevpar li dijî dagirkeran bisekinin. "   'Em hêzê didin hevdu da ku hêviyên me her dem zindî bin'   Şemsayê da zanîn ku ew û cîranên xwe bi roj û saetên êvarê jî li hev kom dibin û xewnên vegera gund dineqişînin û wiha dom kir:"Em û cîranên xwe bi roj û êvaran jî li hev kom dibin û derbarê rewşa heyî de nîqaş dikin. Li ser vegera gund hêvî, xeyal û xewnên xwe dineqişînin. Di tarîtiya şevê de hêviyên berbangê dineqişînin. Em hêzê didin hevdu da ku hêviyên me her dem zindî bin. "   'Ez ê çavên xwe bi dîtina gundê xwe kil bikim'    Şemsayê di dawiyê de hêviya xwe anî ziman:"Bila dewleta tirk ji ser axa me derkeve. Em ê warê xwe yê hatiye rûxandin ji nû ve ava bikin. Wê rojek dîsa were û ez ê çavên xwe bi dîtina gundê xwe kil bikim û wê cîhan jî bibe şahidê vê rojê."