Doza malbatên Roboskê hat taloqkirin 2020-01-13 10:43:39   ŞIRNEX - Yekwmîn danişîna doza 16 ferdên malbatên Roboskê ku ji ber bîranîna sala 2015’an tên darizandin hat dîtin û doz taloqê 25'ê Adarê hat kirin.   Di bîranîna qûrbaniyên Roboskê ya sala 2015’an de ji ber 16 kesên ji malbatên Roboskê pankart vekirine bi hinceta “propaganda rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza Roboskêyiyan li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.    Cihan Encu   Semîre Encu û Fadîle Tosun û parêzer beşdarî danişînê bûn. Daneşîn bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin. Piştre malbatên ku derbarê wan de doz hatiye vekirin parastina xwe kirin. Malbatên Roboskê îdayên derbarê wan de hatine kirin de red kirin û gotin ew ji bo xizm û zarokên xwe beşdarî bîranînê bûne û beraata xwe xwestin.     Piştre parêzeran parastin kir û wan jî anî ziman ku tevlîbûna bîranînê ne sûc e û wiha gotin: "Hin malbat ji ber ku zarok û xizmên wan jiyana xwe ji dest dane tevlî bîranînê bûne. Di dosyeyek bi vî rengî de parastina hiqûqî  gelek zehmete."   Parêzeran herê dawî xwestin ku miwekîlên wan bên beraat kirin.   Heyeta dadgehê piştî navberek kurt, biryar da û xwest ku ji ber îfadeyên Cahide Encu û Sozdar Encu nehatibûn girtin bi armanca ku di doza bê de bên girtin û ji ber kêmasiyên hin belgeyan doz taloqî 25'ê Adarê kirin.