ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2020'Î 2020-01-13 09:00:00   *Aktîvista TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kır ku li her derverî êrişekek nîjadperestî li ser kurdan tên meşandin û heke kurd nebin yek nikarin pêşî li van êrişên tunekirinê bigirin û got: "Divê jin bibin pêşengên yekitiya kurd.”BI DİMEN   *Bi pêşengiya Kongreya Star li Şehbayê projeya çandina sîrê despêkir. Endam û Rêveberiyên Konreya Star têkîldarê projeya çandina sîran axivîn û gotin: "Niha em sîran diçînin, berhemên ku em sûdê ji wan wergirin em ê li gel belav bikin."BI DÎMEN   *Girtiyê bi navê Îlhan Ozdemîr ê nexweşê epîlepsiyê ye û di encama qezayekê de emelyata mêjî derbas kiribû û du platîn xistibûn serê wî,  tevî ku rapora wî ya ‘nikare di cihên qerebalix de bimîne’ jî heye niha li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide. Hevjîna wî , Memesgul Ozdemîr wiha got: “Divê hevjînê min bê dermankirin.” BI DÎMEN   * Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, êrîşên li hember girtiyan û malbatên wan didomin û malbatan bertek nîşanê zextan dan. Sîmanperî Akyildiz bertek nîşan da û diyar kir ku pêkanînên ku rumeta mirovan dişkînin pêk tînin û got: “Li dijî tiştên li dayikekê kirin min jî got ‘gûneh e, şerm e. Ev tiştê hun dikin çi ye?’ li ser vê du meh cezayê hevdîtinê dan min.” BI DÎMEN   *Xwendekara Zanîngê Stenbolê Sîbel Unlu dawî li jiyana xwe anîbû û di parvekirina li ser medya civakî de wiha gotibû ‘Cihekî ez biçim tune, jiyanek min ya ez bijîm jî tune ye’. Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê diyar kirin ku ev ne girêdayê pirsgirêkên psîkolojîk e,  di bin vê bûyerê de krîza aborî, fikara ji bo pêşerojê heye. Ev pergal tu hêviyê nade me. Pêşerojeke baş danayne pêş me.”   *Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku ji ber girtî nayên dermankirin nexweşiyên wan pêş dikevin û vediguherin penceşêrê û got: “Gelek girtiyên ku nexweşiya wan tê piştgûhkirin,  ji wan re dibêjin ‘çareya nexweşiyê tune ye’ ku rastî binpêkirinên mafan ên mezin tên hene.”   *Endama YJC'ê  a Kantona Kobanê Rodîn Bozan derbarê civîna ku wê îro li Kobanê bê lidarxistin nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: "Em ê di dilê dijmin de biteqin." BI DÎMEN