TJA wê ji bo #GultanÛSabahatê bibêje azadî 2020-01-12 15:19:50   AMED - TJA, ji bo Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel ku 4 sal in girtî ne beriya ku sibe doza wan li Edliyeya Meletyê bê dîtin bi hashtaga  #Ji GutanÛSabahatê re Azadî  banga piştevaniyê kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Hevşaredara Serdema berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sbahat Tuncel ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin û wê doza wan sibe li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletyê bê dîtin banga tevlibûnê kir û bi hashtaga  # Ji GultanÛSebahatê re azadî banga piştevaniyê kir.