Jinên DAIŞ’î li kampa Holê kon şewitandin 2020-01-12 14:35:38   HESEKÊ - Komeke jinên DAIŞ’î yên li kampa Holê hin konên li kampê şewitandin.   Sûcên jinên DAIŞ’î yên li dijî koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê yên li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê, bi hewldana vejandina fikra DAIŞ’ê ya tundraw û serweriya li ser niştecihên kampê, nexasim jî piştî windakirina çeteyên DAIŞ’ê ya serweriya leşkerî li xaka Sûriyê, didomin.   Vê sibehê li kampa Holê agir bi 4 konên li beşa 6’an ket, di encamê de 4 kon bi giştî şewitîn, jinek bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Meydanî ya li kampê. Der barê bûyerê de, çavkaniyek ji ewlehiya kampê wiha anî ziman: " şewat bi zanebûn hatiye kirin ku bi destê komeke jinên li beşa 6’an pêk hatiye, her wiha bûyer di berbangê de pêk hat, di encamê de jineke  60 salî ya ji Sûriyeyê bi giranî birîndar bû."   Heman Çavkaniyê da zanîn ku kêliya agir bi 4 konan ketiye, kamerayên çavdêriyê ew şopandin û kesên ew kar kiriye, jinên DAIŞ’î ne.    Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, tê de 68 hezar koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê û li rexê jî jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê dijîn. Her wiha jî wek xeternaktirîn kampên cîhanê ye, ji ber ku zêdetirî 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê tê de hene.