Komkujiya Parîsê bi mîtîngeke girseyî hate şermezarkirin 2020-01-12 13:13:11   NAVNEDA NÛÇEYAN - Di salvegera 7'an a qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd de li Helsînkiye mîtîng hat lidarxistin û qetilkirina her sê jinan hat şermezarkirin.    Di salvegera 7'an a qetilkirina ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez de li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê mîtîng hat lidarxistin û qetlîma li ser her sê jinan hat şermezarkrin.   Mîtîng ji aliyê Komeleya Jinê ya Ronak û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve li navenda bajêr hate lidarxistin.  Di mîtîngê de siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir jî hatin bîranîn ku di sala 2016'an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin. Qisekeran diyar kirin ku li gel hebûna belgeyan a nîşan dide ku komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin, edalet hîn jî pêk nehatiye.   Di çalakiyê de dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin, find hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn.