Gûmanbarê êrîşa zayendî reviya dervê welat 2020-01-12 12:52:32   MÊRDÎN - Li Qoserê jina bi navê Î.Y. derbarê Abdulkadîr K. de ji ber 'sucê êrîşa zayendî' serlêdana sûc kiribû. Hat diyarkirin ku Abdulkadîr. K. yê êrîşa zayendî pêk aniyê reviyaye dervê welat.    Li navçeya Mêrdînê Qoserê jina bi navê Î.Y.  di sala 2017'an de derbarê mêrê bi navê Abdulkadîr K. de bi sûcdariya ku ew bi tundî û êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye serlêdana sûc kiribû.  Hat diyarkirin ku Abdulkadîr K. yê derbarê wî de serlêdana sûc hatiye kirin reviyaye dervê welat.    Li gorî nûçeya di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hat weşandin hat diyarkirin ku Abdulkadîr K. di serî de çûye Kibrisê û ji wê jî çûye Ukraynayê.   Î.Y. di serlêdana sûc ku kir de  diyar kir ku wê ji ber tudniya Abdulkadîr K. lê kiriye ber avêtiye û ji ber ku ferdên malbata Abdulkadîr K. jî ew tehdît kirine derbarê wan de jî serlêdana sûc kiriye.    Î.Y. a ku bi tundiyê re rûbirû ma serî li Platforma Jinan a Şahmaran û Komîsyona Hiqûqê ya Zarokan da, daxwaza piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî kir.