Jinên Amedê: Ciwan ne zewacê, kar aramî û aştiyê dixwazin 2020-01-12 09:17:38   Berîtan Canozer   AMED - Jinan bertek nîşanê gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan yên wekê ‘Mixabin ciwanên me di temenê ciwan de nazewicin. Piraniya wan di ser temenê 30’yî de dizewicin. Piranî di malê de dimînin. Ma wisa dibe?’ dan û balkişandin ser krîza aborî û zemên ku her roj tên kirin û gotin: “Ji bo zewaca ciwanan nefikirin. Ji ber we pêşerojeke baş ji ciwanan re nehiştiye, rûnin li ser bifikirin.”   Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di rojên borî de li Enqereyê li Navenda Çand û Kongreya Netewê ya Beştepe, di axaftina xwe de wiha gotibû ‘Mixabin ciwanên me di temenê ciwan de nazewicin. Piraniya wan di ser temenê 30’yî de dizewicin. Piranî di malê de dimînin. Ma wisa dibe?’ Piştî vê li ber çapemeniya civakî bertek hat nîşandan. Her wiha welatiyên ku me nêrîna wan pirsî jî, bertek nîşanê krîza aborî, zem û betaliyê dan.   'Ka bi çi bizewicin'   Jina bi navê Handan Altin got di vê rewşa ku krîz wisa giran bûye de ciwan zewacê nikarin bifikirin û got: “Mûçeyê asgarî kêm e û zema hatiye kirin jî gelek kêm e. Em di demeke ku ‘pîvazek û nanekî hişk hebe têr dike’ dijîn.  Lê pîvaz jî êdî bûye luks. Kîloya pîvaza hişk ji 4 lîra dest pê dike. Li vî welatî ji 4 kesan yek betal e. Ez dixebitim lê beramberê keda xwe nagirim. Evqas ciwanên betal wê çi bikin? Gelo wê çawa bizewicin? Dibêjin ‘bizewicin’. Ka bi çi bizewicin.  Em êdî gelek bêzar bûne. Em nikarin biaxivin jî. Em ditirsin ku piştre çi bê serê me.”   ‘Ez destûr nadim zarokên min zû bizewicin’   Ozlem Bîçmîş ya ku di temenê biçûk de zewiciye û 3 zarokên wê hene wiha got: “Ez tu car destûr nadim ku zarokên min bizewicin. Zarokên min êdî mezin bûne. Ez gelek ji zarokên xwe hez dikim. Navbera min û hevjînê min jî başe, ez dixwazim hêza xwe ya aborî jî qezenc bikim. Debare êdî zehmet bûye. Em bi maeşekê debara xwe dikin. 20 sal zêde ye em zewicine. Gelo yê nû bizewicin wê çi bikin. Wê çi bigirin, wê kar çawa bibînin. Dem ne dema berê ye. Ciwan naxwazin bizewicin.”   ‘Ciwan ne zewacê, kar, armamî û aştiyê dixwazin’   Şaîbe Gerçek jî daxuyakirin ku mirov li gorî daxwaza xwe dikarin bizewicin û got: “Mirov nikarin debara xwe bikin, bi hezaran ciwan betal in, gelo me çi ji zarokên xwe re hiştine, ew jî dibêjin bila ‘zarokan çêbikin’. Zarokên min yên temenê zewaca wan hatiye hene. Lê ez tu car nabêjim bizewicin. Ew biryara wan e. Kengê bixwaze wê bizewice. Ji ber pêşeroja wan ne başe naxwazin bizewicin. Ciwan kar, aramî û aştiyê dixwazin.”   ‘Ez nazewicim, ev biryara min e’   Gamze Yakut jî wiha got: “Ez kengê bixwazim wê demê wê bizewicim. Çima ji bo vê hinek kes biryarê didin gelo? Bendewariya me ji meclîsê tiştên din e. Em naxwazin kes der barê zewaca me de biryarê bidin.  Ez ne mecburim ku bizewicim û zarok çêbikim.  Ez niha zanîngehê, dixwînim. Gelo ez dikarim sibê kirêya xanî bidim. Ji dersan wêdetir ez zêdetir xwarin, kirê, av û ceyranê difikirim. Her roj jin tên qetilkirin. Bila ewil ev li meclîsê bên axaftin. Ev bên nîqaşkirin. Bi hezaran ciwanên betal hene. Gelo ji bo van çi tê kirin? Bi rastî em ji van axaftinan êdî bêzar bûne. Ez nazewicim, ev biryara min e.”