'Ji bo em xwe bighînin jinan ofîs ne hewce ne' 2020-01-12 09:15:30   Zeynep Durgut - Hikmet Tunç   WAN - Aktîvîsta VAKAD'ê Songul Ozunver li gel komele hatiye girtin jî xebatên xwe didomîne. Ji bo xebatên atolyeyê deriyê mala xwe ji jinan re vekir. Songul, destnîşan kir ku ji bo xebatê ofîs ne hewce ne, bi her şert û mercan dê xwe bighînin jinan.    Li Tirkiyeyê piştî darbeya 15'ê tîrmehê di sala 2016’an de OHAL hat îlan kirin. Bi hatina OHAL'ê re gelek sazî û dezgehên sivîl ên giştî û yên jinan jî hatin girtin. Yek ji van ji saziyên jinan VAKAD bû. Aktivîsta VAKAD’ê Songûl Ozunver li gel girtina VAKAD’ê dev ji xebatên xwe bernada û xebatên xwe bi her awayî domand. Niha xebatên xwe li kolanan didomîne. Songul herî dawiyê serî li projeya bi navê 'Atolyeya Xeyalên Aştiyê' ya Komeleya Jinan a Demîr Leblebî ya Enqerê da. Lingekî projeyê niha li Wanê didomîne. Songul di çarçoveya projeyê de li Wanê jî du atolye li dar xist û penaberên jin û jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane kir mijara atolyeyê, xebatên xwe yên atolyeyê li mala xwe pêk anî.    'Xeyalên me yên aştiyê...'    Songulê qala pirsgirêkên jinên penaber kir û wiha daxwazên penaberan anî ziman: "Demên boriyê ez li Enqereyê tevlî civîna bi navê 'Min ji xeyalên xwe aştiyê çê kir' bûm. Di civînê de derbarê aştiyê de nirxandinên girîng hatin kirin. Li ser pirsgirêk û çareseriya pirsgirêkan nîqaş hatin kirin. Di dawiya civînê de me zanîn ku aştî bi me dest pê dike. Li gel van nirxandinan me dest bi lêgerîna aştiyê kir û me got em ê nirxandinên xwe li malan, li kolanan û li bajarên xwe bidomînin. Her wiha em ê her tim di aştiyê de bi bawerbin."   ‘Em kolanan terk nakin'    Songulê di axaftina xwe de bal kişand ser girtina saziya xwe û wiha got: "Piştî saziya me hat girtin yêkem care em bi jinan re civîneke bi vî awayî pêk tînîn. Serlêdanên jinan hene, lê di warê çareserkirina pirsgirêkan de em zehmetiyê dikşînin. Hem pêdiviya me bi jinan heye û hem ji pêdiviya jinan bi me heye. Pêdiviya jinan bi xebatên bi vî rengî hene. Ji bo pêkanîna projeyek wisa em pir kêyfxweşîn. Ji bo ku ez endama VAKAD’ê me dixwazin me bêdeng bikin. Ev ji yek ji polîtîkayên dewletê ne. Lê ger îro li kolanan de jin bêjin 'Ez naxwazim bimrim' pêwîste em ji vî dengî re bibîn bersiv û kolanan terk nekîn.”    ‘Divê em xwe bi bawer bin'    Songulê diyar kir ku dibe ku dewlet deriyê wan mohr bike, dibe ku qilf bike û wiha dom kir: "Dema ku deriyên saziya me hatin girtin, me got ‘Em ne ofîsîn, ne jî derî ne, hûn nikarin me mohr bikin’. Em niha jî dibêjin di hêr şert û mercan de em ê bi jinan re bin. Em dev jî têkoşîna xwe berdandin. Em femînist dikarin bê sazî jî bixebitin. Divê em tenê xwe bawer bin."   ‘Jin aştiyê dixwazin'    Songulê di dawiya axaftina xwe de daxwaza jinan û wiha bi dawî kir: "Jin tu carî nebû alîgirê şîdet û şer e. Jinên penaber, elewî, sunî, kurd û tirk şer naxwazin. Li her deran û her qadan aştiyê dixwazin. Di atolyeyê de penaberên jin xeyalên xwe ji me re vegotin. Gelek penaberan gotin me bêriya xwarinên dayikên xwe kirine. Di atolyeyê de mijara derket holê aştî bû."