Qada hevdîtina nû ya jinan Piştevaniya Mor ya Kartalê ye 2020-01-12 09:06:06   Safiya Algaş   STENBOL- Komeleya Piştevaniya Mor ya Kartal, di têkoşîna jinan a hevpar de pêngaveke nû da avêtin, hedef dike ku bi li herêmê bi hemû jinan re bê cem hev. Eylem Guzel, diyar kir ku komele wê bibe qada hevpar a jinan û banga xwedî li derketina komeleyê kir.   Komeleya Piştevaniya Mor, qadên xwe yên rêxistinkirî berfireh kir û di hefteyên borî de li Kartal a Stenbolê şaxa xwe vekir. Gelek jin tevlî vekirina komeleyê bûn. Jinên ku ewil li Hatayê şax vekirin, piştre jî li Beşîktaşê vekirin. Ji Piştevaniya Mor ya Kartalê, Eylem Guzel, der barê komelebûn û xebatan de nirxandin kir.   ‘Tevgera jinan pêş dikeve’   Eylemê diyar kir ku piştî Beşîktaşê li Kartalê komele vekirine û ev tişt vegot: “Komeleya me ya Hatayê hat mohrkirin. Piştî vê me banga bilindkirina têkoşînê kir. Îro em dibînin ku tevgera jinê hem li Tirkiyeyê hem li cîhanê mezin dibe. Em jî bi îradeya jinan komeleyan vedikin û têkoşînê mezin dikin.”   ‘Me navendeke ku her kes dikare bê, vekir’   Eylemê daxuyakirin ku ev nêzî 4 salane li Stenbolê li taxan xebatên cur bi cur dimeşînin û li aliyê Anatolî, xwestin eku komeleye ku xwe bigihînin hemû jinan vebikin û li ser vê jî Kartal tercîh kirine. Eylemê wiha got: “Me li Kartalê li malan hevdîtin, atolye, panel û bername pêk anîn. Me der barê zarok û sewalan de jî xebat pêk anîn. Di encama vê de me bi komeleyê ev organîzekirin. Me xwest em komeleye ku her kes dikarin bên ava bikin.”   ‘Şîdet zêde bûye’   Eylemê di berdewamiyê de balkişand ser zêdebûna şîdeta li ser jinan û got: “Di pêvajoya ke ku şîdeta li ser jinan evqas zêde bûye, me li taxên ku serdan pêk anîn jinan nêzikatiyeke erênî nîşan dan. Li şûna xebatên li komeleyan tên meşandin li gorî me xebatên li taxan bi jinan re baştir e. Em bi keya û mirovên rêveberiyên herêmî re hevdîtinan dikin. Li gorî hewcedariyên wan em xebatan dimeşînin. Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin em xebatan dimeşînin. Em panelan pêk bînin. Em piştevaniya hiqûqî û psîkolojîk didin. Em pêvajoyên dozan dişopînin.”   ‘Wê qada jinan hebe’   Eylemê di dawiya axaftina xwe de got Komeleya Piştevaniya Mor ya Kartalê ji bo piştevaniyê cihekî girîng e û wiha dawî lê anî: “Em ê piştevaniya bi jinan re berdewam dikin. Ev der wê bibe qada jinan. Em ê bi jinan re xebatan bimeşînin. Em ê atolyeyan vebikin. Berpirsyariya rêxistinên jinan heye ku pêşî li şîdetê bigirin. Divê jin li dijî polîtîkayên dijminê jinê xwe rêxistin bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li piştevanî û komeleyê derkevin.”