ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2020'AN 2020-01-12 09:00:00       *Jinên Efrînê bûyerên ku li Efrînê di 58 rojan de qewimiye anîn ziman û gotin: "Berxwedaniya me ji êrîş û bêdengiyên wan xurtire. Bi hinceta cihên leşkeriye êrîşî malên sivîlan dikirin. Lê em bi hêvî ne ku em ê vegerin ser axa xwe." DÎMEN HEYE    *Hevseroka Saziya Çandiniyê Zehra Neman erdên ku ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê bi êrîşan ve rûbirû mane nirxand û got: "Bi hezaran donim erd hatiye dagirikirin û gel nikare wê biçîne." DÎMEN HEYE    *Ciwana bi navê Diyana Zekî Başewat berhema xêzkirina makyaja sînemayê dike. Têkîldarê berhemên xwe axivî û got: "Bi giştî xêzkirina ku ez li ser rûyan çêdikim, li ser tiştên ku li serê welatê min de tê û tundiya ku li ser jinê tê kirin xêzdikim." DÎMEN HEYE    *Jin û zarokên ku ji destê çeteyan hatin rizgarkirin niha bi pirsgirêkên dijwar ên derûniyê re rûbirû dimînin û nikarin wekî berê bijîn. Yek jî wan jina bi navê Şaha Revo ye.  DÎMEN HEYE    * Komeleya Piştevaniya Mor ya Kartal, di têkoşîna jinan a hevpar de pêngaveke nû da avêtin, hedef dike ku bi li herêmê bi hemû jinan re bê cem hev. Eylem Guzel, diyar kir ku komele wê bibe qada hevpar a jinan û banga xwedî li derketina komeleyê kir. DÎMEN HEYE    *Jinan bertek nîşanê gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan yên wekê ‘Mixabin ciwanên me di temenê ciwan de nazewicin. Piraniya wan di ser temenê 30’yî de dizewicin. Piranî di malê de dimînin. Ma wisa dibe?’ dan û balkişandin ser krîza aborî û zemên ku her roj tên kirin û gotin: “Ji bo zewaca ciwanan nefikirin. Ji ber we pêşerojeke baş ji ciwanan re nehiştiye, rûnin li ser bifikirin.” DÎMEN HEYE    *Piştî 18’emîn Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê, cezayê girtîgeyê yê li hevşaredara bajarê mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û hevseroka giştî ya dema borî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê hatibû birîn, xera kir şûnde, doza wan ji nûve hatibû dîtin û duyemîn rûniştina doza wan sibê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê wê bê dîtin.   *Sekretera Giştî ya SES’ê Pinar Îçel bal kişand ser întîxar û xizaniyê ya girêdayê krîza aborî û got: “Pirsgirêka me ne depersyon e, kapîtalîzma serdest e.”   *Aktîvîsta VAKAD'ê Songul Ozunver li gel komele hatiye girtin jî xebatên xwe didomîne. Ji bo xebatên atolyeyê deriyê mala xwe ji jinan re vekir. Songul, destnîşan kir ku ji bo xebatê ofîs ne hewce ne, bi her şert û mercan dê xwe bighînin jinan. DÎMEN HEYE   *Jinên ku 1'emîn Komxebata di pêşengiya Tora Çand û ziman de nirxandin wiha gotin: "Ziman sedema hebûna me ye, ji bo pêşketina ziman, ji bo saziyên alterantîf ên perwerdê bên avakirin divê têkoşîn bê dayîn." BI DÎMEN