Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê bi navê 'Koçberiya bi darê zorê' sibêhê komxebatek li dar dixe 2020-01-11 16:01:24   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Sibêhê ji hêla Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ve bi dirûşma "Koçberiya bi darê zorê" komxebateke derbarê rewşa herêmê de bê lidarxistin. Endama Bîroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Kobanê Medya Muhemed Omer, banga tevlîbûnê kir û got: "Partiya me ne partiyeke navendiye. Hemû pêkhateyan wek kurd, ereb, suryan û tirkmen di nava xwe de dihewine. Di hemû karên xwe de wekheviyê bingeh digire. Soza ku me daye Hevrînan em ê kar û xebatê xwe bimeşînin."   Tê payîn ku wê di 12'yê çileyê de ango sibêhê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya herêma Firatê bi dirûşma "Koçberiya bi darê zorê" komxebateke siyasî di derbarê pêvajoyên ku li ser herêmê tên kirin wê li navenda Baqî Xido a çand û hunera Kobanê bê li dar xistin. Armanca ji vê komxebatê ew e ku kar û xebatên partiyê û rewşa siyasî ji gel re bê şirovekirin, asta partiyê di nava vî şerî de çibû û di demên pêş de wê çi bike? Rêveber û endamên meclîsa giştî ya partiyê, nûnerên sazî û dezgehên partiyê, dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelek kes dê beşdarê komxebatê bibin. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji bilî vê komxebatê Partiya Pêşerojê ya  gelek komxebat ji pêkhateyên ereb, suryan û tirkmen re jî hatine li dar xistin. Partiya Pêşerojê ya di 27´ê tîrmeha 2018'an de li bajarê Kobanê hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de Endama Bîroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Kobanê Medya Muhemed Omer di derbarê amedekariya komxebatê de ji ajansa me re axivî.   'Komxebat yek ji lingên çareseriyê ye'   Medyayê di destpêka axaftina xwe de behsa amadekariyên komxebatê kir û wiha got: "Di 9'ê cotmeha 2019'an de êrîşeke giran ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimî û hîna jî berdewame. Ji ber vê yekê jî weke Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê me xwest di derbarê vî şerî de komxebatekê ji gel re li dar bixin ku gel bizane rewşa dawiyê çiye, çi diqewime, partiya me çi kar û xebet daye meşandin. Di destpêka komxebatê de wê nêrînên gel bên girtin û piştre jî rewşa siyasî bê nirxandin. Me gelek hevdîtin bi Rejîma Baas û Rûsyayê re di derbarê aloziya Sûriyeyê de kirin ji ber wê jî em ê xalên ku me û wan li ser nîqaşkirin ji gel re zelal bikin."   'Hevrîn bû sembola azadiya jinê'     Mêdiya di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Hevrîn bû sembola azadiya jinê û wiha domand: "Me gelek civîn, sînevizyon, semîner, meş û panêl ji gel re li daxistine. Jin di nava vê partiyê de roleke xwe ya mezin listiye û bûye xwedî nasname, nimûneya herî ber bi çav Hevrîn Xelef bû. Xwesteka Hevrînê ew bû ku pergala demokratîk û azadiyê jinê di civakê de bê rûniştandin. Her wiha Hevrînê di kar de tu ferq û cudahî ne dixist di navbera pêkhateyan de. Erka xwe ya serke didît ku aloziya Sûriyeyê çareser bike û wekheviyekê di nava gelan de avabike. Lê dijmin bi tundiyeke hovane ew şehîd xist. Endam û rêveberiyên ku kar û xebat didin meşand soza şopandina wê dan, wê li ser xeta wê bimeşin û xeyalên wê pêk bînin."   'Em ê doza Hevrînê bi ser bixin'   Medya, di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku beşdarî komxebatê bibin û wiha pêde çû: "Partiya me ne partiyek navendiye. Hemû pêkhateyan wek kurd, ereb, suryan û tirkmen di nava xwe de dihewine. Di hemû karên xwe de wekheviyê bingeh digire. Soza ku me daye Hevrînan em ê kar û xebatê xwe bimeşînin. Banga me ji jinan re heye ku tevlî komxebatê bibin da ku bizanibin çi li herêmê diqewime."