Xizmên Windayan aqûbeta windayên xwe pirsîn 2020-01-11 15:48:24   AMED - Xizmên Windayan ên Amedê aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn, daxwaz kirin ku rastiya windayan a di arşîvan de veşarî bi hemû aliyên ve bê aşkerakirin.    Xizmên windayan, çalakiyê xwe ya ku bi şîara "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vê hefteyê jî berdewam kirin. Li Amedê xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê çalakiya xwe ya 570'emîn pêk anîn. Çalakî li pêşiya komeleyê hat li darxistin û Serokê Bajar ê CHP'ê Mehmet Sayin tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin.     Di çalakiyê de aqûbeta Omer Onen ê di 14'ê çileya 1994'an de li gundê Axtepe yê navçeya Çinarê ya Amedê winda bû, hat pirsîn. Hevjîna Onen Nezîre Baran, diyar kir ku hevjînê ji bo pezê wan ê winda bi traktorê ji malê derketiye û careke din venegeriyaye malê û wiha got: "Piştî 7 mehan traktora hevjînê hat dîtin lê ew nehat dîtin. Dewletê îdia dikir ku hevjînê min çûye serê çiya. Bavê 3 zarokan çima biçe serê çiya? Bi şev û roj ez li hevjînê xwe geriyam. Deriyê ku min lê neda û rêya ku ez lê neçûm nema. Tenê agahiyek jî negirt."