'Xistina balafira rêwiyan sûcê mirovahiyê ye' 2020-01-11 14:44:51   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, têkildarî balafira rêwiyan a Ûkraynayê ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû xistin, diyar kirin ku xistina balafira rêwiyan sûcê mirovahiyê ye.    Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, têkildarî balafira rêwiyan a Ûkraynayê ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû xistin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Hevserokan têkildarî xistina balafira rêwiyan bi kurtasî ev tişt gotin: "Careke din hat dîtin ku şer bobelat e û berpirsê wê kesên ku di şer israr dikin in. Xistina balafireke rêwiyan a bi moşekan, meşrû nabe û bi tu lêborînê nayê derbaskirin. Ev êrîş, hiqûqa şer bin pê kiriye û sûcê mirovahiyê ye."