Mamosteyên Kobanê sê jinên têkoşer bi bîr anîn 2020-01-11 13:30:43   KOBANÊ - Desteya Perwerdê ya Kobanê bi boneya 7’emîn salvegera qetilkirina jinên şoreşger û siyasetmedar Sakîne, Fîdan û Leyla semînerek li dar xist û têkoşînên jin bi bîr anîn.   Desteya Perwerdê ya Kantona Kobanê bi boneya 7'emîn salvegera qetilkirina jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Kobanê semînerên cuda li dar xistin û têkoşerên jin bi bîr anîn. Semîner li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê, li dibistana Ş. Hogir a Kobanê, li gundê Tilêcbê yê navçeya şêranê, li navçeya Çelebiyê û li navçeya Qinê yên girêdayî kantona Kobanê hatin li dar xistin.   Di semînera li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê de bi dehan mamosteyên jin amade bûn. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk a Kobanê (TEV-DEM) Raperîn Nûrhaq jinên şoreşger û siyasetmedar bi bîr anîn û wiha got: "Îro bi saya berxwedan û keda heval Sakîne û rêhevalên wê dayî em gihaştine vê astê. Ji ber ku heval Sakîne û rêhevalên wê li hember desthilatdariya netew-dewletan derketin û têkoşiyan hatin qetilkirin. Dijmin ji vîn û hêza jina şoreşger ditirse ji ber vê yekê her tim êrîşê jinên siyasetmedar û jinên bi hêz dike. Armanca dijmin ew e ku hêz û vîna jinê bişkîne. Ji ber vê yekê jî wek jin em ê asta têkoşînê bilind bikin, şopdarê heval Sakîne û rêhevalên wê bin."   Piştî axaftinan sînevîzyonek ya ku qala jiyana têkoşer Sakîne Cansiz û rêhevalên wê dike hat nîşandan.