Kongreya Star a Kantona Hesekê komcivîna salane li dar xist 2020-01-11 10:19:34       HESEKÊ - Kongreya Star a Kantona Hesekê ji bo nirxandina kar û xebatê salekê komcivînek li dar xist.   Bi armanca nirxandina kar û xebatê salekê Kongreya Star a Kantona Hesekê komcivînek li Navenda Hêza Cewherî a taxa Kelasê ya bajarê Hesekê li dar xist, di civînê de endam û rêveberên meclîsa Kongreya Star a bajarê Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê, qomîteya Jin, şaredarî, raghandin, edalet, perwerde, tenduristî, Jinwar, Hêza parastina jin a Cewherî û berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Erebo amade bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtin, perspektîvên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin. Paşê Rapora salekî ji aliyê berdevka Qomîteya perwerdê ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Ismayîl ve hate xwendin. Rewşa Siyasî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Heyfa Erebo ve hate nirxandin.   Heyfayê teqez kir ku di Rojhilata Navîn de şerê cihanê yê sêyemîn  despêdike û wiha got: "Di navbera hêzên navdewletî û herêmî de şerê desthilatdariyê heye. Her kes ji bo serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn şer dike. Şerê heyî çi yê di navbera Îranê û Amerîka de be û çi yê di navbera Tirkiyê û dewletên din de be beşek ji şerê dîrokî ne." Heyfa diyar kir ku siyaseta desthilatda Tirkiyê li ser hundirê Tirkiyê, derveyî wê û tevahiya Rojhilata Navîn xeter e û wiha pê de çû: "Bi taybet li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Lîbya û hinek herêmên din, Tirkiyê Rojhilata Navîn ber bi şeran ve dibe û çareserî li cem Rêber Ocalan e. Eger berê aloziyan diyar nebe dê encamên wê jî xeter be.”   Civîn bi pêşniyar û biryaran bi dawî bû.