'Li dijî êrîşan yekitiya neteweyî ferze' 2020-01-11 09:16:44   Rengîn Azîzoglu   AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, da zanîn ku bi pêşengiya jinan meşandina xebatên yekitiya netewî gelek girîng e û got: “Em ê li dijî îdeolojî û polîtîkayên şer û êrîşan bibin yek an jî em ê biçin yek bi yek.”   Platforma Jinan a Kurd ya Yekbûyî ya di 23’ê kanûna 2017’an de hatibû vekirin, ji bo yekitiya netewî dest bi xebatan kir. Endama Platformê û seroka Komeleya Jinan a Rosa, Adalet Kaya der barê mijarê de axivî û balkişand ser xebatên platformê û girîngiya wê ya ji bo yekitiya neteweyî.   ‘Xebatên girîng hatin kirin'    Adaletê destnîşan kir ku Platforma Jinên Kurd ya Yekbûyî du sal berê di meha kanûnê de bi feraseteke ku jinên pêşeng hatin cem hev ev platform hat avakirin û got hedefa wan a esas yekitiya Kurd e û got: “Yekitiya Kurd dîsa di yekitiya jinan de derbas dibe. Platform bi baweriya yekitî wê pêk bê hat avakirin. Nêrîna me ev e ku yekitî bi jinan pêkan e. Konferansa me ya damezrandinê gelek bi coş bû. Me ji her derê bertekên erênî girt. Di du salan de xebatên girîn hatin meşandin.”   ‘Em dikarin ji bo yekitiyê çi bikin?’   Adaletê bi lêv kir ku Kurd li her çar alî cîhanê belav bûne û got: “Di encama şer û polîtîkayên asîmîlasyonê de parçebûnek hatiye jiyîn. Li her derê cîhanê Kurd rastî qirkirin û êşan hatin. Em bawer dikin ku yekitî bi pêşengiya jinan wê pêk bê. Ev du sale êrîş qet nesekinin. Li Efrîn, Rojava û Başurê Kurdistanê êrîş pêk hatin. Gelo em dikarin ji bo yekitiyê çi bikin? Me dît ku divê em zêdetir li ser vê pirsê bisekinin. Li ser vê me biryara komxebatekê girt.”   ‘Rola jinan girîng e’   Adaletê balkişand ser girîngiya jinan a ji bo yekitiya neteweyî û got hemû operasyonên qirkirina siyasî, êrîş û polîtîkayên şer herî zêde bandor li ser jinan kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin bi tiştên hovane re hatin rû hev. Divê yekitiya neteweyî pêk bê û li dijî êrîşên peralê bi hev re tevbigerin. Em dikarin êrîşan bi vî awayî beralî bikin. Ji ber vê jî rola jinan ya di xebatan de gelek girîng e. Li dijî êrîşên li hember Kurdan yekitiya neteweyî ferze. Divê xebatên ji bo yekitiya neteweyî bên lezkirin”   Adaletê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li her derê cîhanê, Kurd divê bibin yek û biçin kongreyê. Yeko yeko, nabe, divê em bibin yek, piştgiriyê bidin hev û hêzê ji hev bigirin. Ji bo vê jî pêşengiya jinan di xebatan de gelek girîng e.”