'Piştî îxracan li zanîngehan êrîşên zayendî zêde bûn' 2020-01-11 09:13:55   Gulîstan Azak   STENBOL - Ji Pîrebokên Kampusê Selîna Sahra Çelîk, diyar kir ku Yekîneyên Tacîza Zayendî yên ji sala 2011’an heta niha li zanîngehan hatine avakirin faliyetên wan dikevin ber destûran û got: “Dema jin rastî tacîz û şîdetê tên em dixwazin qadên piştevaniyê ava bikin lê li dijî vê derdikevin û qebûl nakin. ”   Li zanîngehan êrîşa zayendî û mobînga li hember jinan didome. Herî dawî jî li Wan û Stenbolê pêk hat. Serokê Beşa Zanista Perwerda Ol a Fakulteya Îlahiyat a Zanîngeha Yuzuncu Yil, endamê Weqfa Ensar û bernamzetê parlamenteriya AKP’ê yê 2011’an Prof. Dr. Ş.G ji aliyê gelek xwendekaran ve hat gilîkirin ku rastî tacîzê hatine. Derket holê ku gelek xwendekarê serî li Navenda Ragîhandina Serokomariyê (CÎMER) daye û bûyerên tacîzê jî ji aliyê parlamenterên HDP’ê ve çûn meclîsê. Li Stenbolê jî Endamê Hîndekariya Beşa Bername û Nûçegîhana TV ya Fakulteya Ragîhandinê ya Zanîngeha Aydinê Atîlla Gîrgîn di 24’ê kanûna 2019’an de li Zanîngeha Stenbolê ku ji bo endamtiya juriyê çibû, bi gotinên zayendperest xwendekarên jin tacîz kiribû û hewl dabû şîdeta fîzîkî pêk bîne. Xwendekaran rastî êrîşê hatibû, rewş li ser çapemeniya civakî piştrast kir. Bertek li dijî rewşê mezin bûn û Dekaniya Fakulteya Ragîhandinê, der barê bûyerê de tenê lêpirsîn da destpêkirin. Ligel vê ji aliyê jinan ve jî çalakî pêk tên û bertek tên nîşandan.   ‘Li zanîngehan êrîş zêde bûn’   Ji pîrebokên kampusê ya Stenbolê Selîha Sahra Çelîk, got bûyerên tacîz û mobîngê li hember xwendekaran zêde bûye bertekên akademîsyenan jî ji aliyê rêveberiya dibistanê ve tê astengkirin û got: “Akademîsyen otorîteya hiyerarşîk bikar tînin û tehdîdan li xwendekaran dikin ku wê ji dersan derbas nekin. Xwendekar li dijî vê derkevin di dersan de dimînin û bursên wan tê birîn. Akademîsyen bi KHK’yan hatin derxistin. Wan li dijî şaşiyan serî hil didan. Akademîsyenên bi hestiyar ji peywirê hatin girtin. Ji me dûrxistin. Niha jî dixwazin li dijî êrîşan em bêdeng bimînin. Piştî îxracan jî bûyerên êrîşan zêde bûn.”   Banga mezinkirina piştevaniyê   Selîna bang li hemû jinan ki ku hişmendî, piştevanî û parastina cewherî mezin bikin û wiha axivî: “Jin dibêjin profesorê wan li hember wan tacîza zayendî pêk aniye, lê ew dibêjin ku ‘wî kesî xwendiye ew tiştek wisa nake’. Ev parastineke ku baweriya xwe winda kiriye. Tacîza zayendî, mobîng, çanda şîdetê, li xwendin û merciyê mêze nake. Gumanbar ji ber ku prof e, ev nayê wateya ku vê pêkanînê nake. Divê jin li dijî parastina mêran, piştevanî û parastina cewherî pêş bixînin.”   Selînayê got beriya ku akademîsyen bi KHK’yan bên îxrackirin, ‘Yekîneya Tacîza Zayendî’ li zanîngehan ava kirine û lê ev yekîne niha qels û bê bandor mane û got ji bo ev yekîne bên zêdekirin hewldanên wan çêbûne lê ji aliyê rayedaran ve bersivên neyînî girtine.   ‘Divê jin xwe bigihînin rêxistinên jinan’   Selîna di dawiya axaftina xwe de got wek Pîrebokên Kampusê li dijî bûyerên tacîza zayendî ya li zanîngehan atolye pêk anîne û got ji bo pêşî li êrîşan bên girtin tevlîbûna atolyeyan girîng e û wiha dom kir: "Hevalên ku rastî van êrîşan tên divê teqez xwe bigihînin me. Ji ber ku hêza jinê wisa ye ku, ger bikevin piştevaniyê dkikarin her tiştî bikin. Divê jin teqez xwe bigihînin rêxistinên jinan û bikevin piştevaniyê.”