ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-11 09:00:00       *Zaroka bi navê Eva Ebas a ku li tenbûrê dixe wiha hestên xwe anî ziman:"Kêfa min gelekî ji tenbûrê tê. Loma ez dixwazim sitranên nû hîn bibim û bibêjim." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma  Efrînê  Şîraz Hemo encama kongreya navneteweyî nirxan û wiha got:"Kongreya navneteweyî ya ku hat lidarxistin gavek serkeftî bû û di encamê de biryarên ku hatine girtin dê pêk werin." DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Şaredariya Hezexê têkildarê mijara ku têketina wan a şaredariyê  tê astengkirin de gotin ku ew astengan nas nakin û anîn ziman ku piştî tayînkirina qeyûmê biryarên ku hatine girtin qebûl nekin û dê daxwaznamê binivîsin û bişînin. DÎMEN HEYE   * Bi destpêkirina pergala perwerdehiyê ya nû re Komeleya DÎSA-DER’ê ji lez dan xebatên xwe. Têkîldarî bernameya saziyê ya îsal rêvebir û mamosteya DÎSA-DER’ê Guneş Oymen Korkmaz axivî û got ku ew ê li her derê zimanê xwe biparzin.  BI DÎMEN    * Li Nisêbînê piştî pevçûnên di navbera 2015 û 2016’an şûnde hilweşîneke mezin pêk hat û her sal bi barîna baranê re her der di nava herî de dimîne. Şêniyên Nisêbînê diyar kirin ku ji nexweşî û heriyê xilas nebûne. BI DÎMEN    *Li Erdîş a Wanê jina bi navê Fîlîz Akguç ya ku bi çêkirina xwarinên herêmî û şîraniyan debara xwe dike, diyar kir ku krîzê bandorek mezin li ser wan kiriye. Fîlîzê ev tişt vegot: “Hedef dikim ku cihekî vekin û jin bên cem hev û sohbetê bikin xwarinên xwe ligel hev bixwin.” BI DÎMEN    *Ji Pîrebokên Kampusê Selîna Sahra Çelîk, diyar kir ku Yekîneyên Tacîza Zayendî yên ji sala 2011’an heta niha li zanîngehan hatine avakirin faliyetên wan dikevin ber destûran û got: “Dema jin rastî tacîz û şîdetê tên em dixwazin qadên piştevaniyê ava bikin lê li dijî vê derdikevin û qebûl nakin. ” BI DÎMEN    * Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, da zanîn ku bi pêşengiya jinan meşandina xebatên yekitiya netewî gelek girîng e û got: “Em ê li dijî îdeolojî û polîtîkayên şer û êrîşan bibin yek an jî em ê biçin yek bi yek.” BI DÎMEN