Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 2020-01-10 15:30:09   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo ku biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Abdullah  Ocalan Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim û xwişk û xarziya Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û Eylem Çetîn jî, ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriyê dan.   Malbatan herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12'yê Tebaxa 2019'an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn û ji wê rojê û vir ve hemû serlêdanên malbatan tên redkirin.