Pervîn Buldan:Berpirsiyariya me ye ku em sala bê bikin sala jinan 2020-01-10 14:46:53   ÊLIH - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan di hevdîtina Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de axivî û wiha got: "Em jin bi hêz in. Em jin bi vê hêz û biryardariya xwe sala bê bikin sala jinan û ev berpirsiyariya me ye."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi civina Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku di navbera 10-11'ê Çile de li Êlihê bidome kir. Di roja ewil a civînê de jinên siyasetmedar bi dirûşma "Jinên Siyasetmedar di Rêveberiyên Herêmî de kom bûn" hatin cem hev. Civîn li Salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê pêk hat. Li salonê pankarta “Hevserokatî xeta me ya Sor e" nivîsandin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca û hevşaredarên jin ên herêmê jî tev li civînê bûn. Dîsa nûnerên jinan û endamên meclîsên şaredariyê yên jin amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Piştî dîwan hat avakirin, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, diyar kir ku dixwazin pergala Hevserokatiyê ku xeta wan a xemrî ye dixwazin dijzagonî nîşan bidin. Songulê, destnîşan kir ku dê li dijî êrîşên li hemberî Hevserokatiyê têbikoşin û pergala Hevserokatiyê biparêzin.    '9'ê Çileyê ji bo me rojek girîng e'   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li salonê axivî û wiha got: “Piştî hilbijartina 31'ê Adarê hin hevşaredarên me hatin girtin. Hinek ji wan hatin sirgûnkirin. Hinek li derve mane. Em niha bi hevşaredar û endamên meclîsên xwe yên li derve mane li Êlihê kom bûne. Ji bo em rêveberiyên herêmî û pêvajoya wan binirxînin em ê 2 rojan li vir niqaş bikin. Me xwest di roja ewil de bi jinên hatin hilbijartin, hevşaredar û endamên meclîsê yên jin re bicivin. Ez hevî dikim ku ev civîn dê pir serkeftî be û rê li pêşiya hêza nû ya pêşerojê veke. Ez hevî dikim ku bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê. 9'ê Çile ji bo me jinan rojek girîng e. 3 jinên Kurd li Fransayê hatin qetilkirin. Sakîne, Fidan û Leyla li Fransayê hatin qetilkirin. 3 jinên Kurd bi plan li pêş çavê cîhanê hatin kuştin. Bi taybeti di serdema muzakereyên aştiyê dihatin kirin de 3 jinên Kurd hatin kuştin. Di vê pêvajoya ku bi Birêz Ocalan re hevditin dihat kirin, qetilkirina 3 jinên Kurd, darbeya li dijî aştî, demokrasî û azadiyê ye. Di şexsê 3 jinên Kurd de ev pêvajo xelas kirin. Dema bi Birêz Ocalan re dest bi hevîtinê kirin pêk hat. Beriya 9'ê Çile li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinek pêk hatibû. Dest bi gavên aştî û muzakereyan kiribûn. Roja dîtin Sakine, Leyla ve Fidan hatin qetilkirin. Ev bû sedem ku hêzên li dijî çareserî û muzakereyan plana xwe têxin meriyetê. Ez li vir wan bibîr tînim. Gavên di rêya Aştiyê, rêya çareseriyê de deynê gel ê di stuyê me de ye.    Ez li vir slavên xwe ji Gultan Kişanak û hemû şaredaran re dişînim. Mukaddes Kûbilay, Nurhayat Altun, Edibe Şahîn û bi dehan hevşaredarên me yên jin îro ne li vir in, lê hêzê didin me. Têkoşîna jinan kevneşopiya dehan salan e. Em vê kevneşopiya xwe ji HEP’ê digirin. Di dema HEP'ê de tenê parlamenterek me ya jin hebû. Di sala 1999'an de bi HADEP'ê re 3 jin bûn şaredar. Jin ji wê rojê û şûnde bêtir tev li siyasetê bûn û xwe mezin kirin. Xwe kirin xwedî hêz. Em jin her ku diçin mezin dibin û dibin xwedî hêz. Me pergala Hevserokatiyê xist meriyetê. Hevserokatî bû hedefa pergalê. Em rastî zor û zahmetiyên mezin hatin. Dema me pergala Hevserokatiyê xist meriyetê ji sedî 35 rojeya pozitif me me xist meriyetê û derbasî pergala ji sedî 45 kotayê bûn. Herî dawî me  nûnertî kir ji sedî 50 jin û ji sedî 50 mêr.    Hevalên me yên jin di hilbijartina 31'ê Adarê de serkeftinek mezin bi dest xistin. Tayînkirina qeyûmên AKP'ê, Xezpkirina şaredariyan, girtina hevşaredar û endamên meclîsê yên şaredariyê nîşaneya vê yekê ye. Dixwazin pergala jinê û hevserokatiyê têk bibin. Dixwazin pergala Hevserokatiyê dijzagonî nîşan bidin."   'AKP ji jinê ditirsse'    Pervîn, anî ziman ku AKP ji jinê û hêza jinê ditirse û got: "Ji HDP’ê, aştî, demokrasî û azadiyê ditirse. Ew bi tirs tundî û zextan xwe li ser piyan dihêlin. Lê em bi têkoşîn û berxwedanê li ser piyan in. Tevî hemû zext, binçavkirin û girtinan partiya me li ser piyan e. Îro ger ku AKP êrîşî HDP’ê dike, ji ber ku jin aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin e."      Pervîn, êrîşa Tirkiye ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir û got: "Hûn çûn koorîdora aştiyê hilweşînin. Hûn çûn aramiya gelên Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî û Erebên bi hevre dijîn xera bikin. Hûn çûn demografya wir xera bikin. Ev polîtîka Tirkiye bi kaos û krîza aborî re rû bi rû dihêle. Civaka Tirkiyeyê şer naxwaze. Gelê Tirkiyeyê ji vê yekê bêzar e. Em wekî HDP û rêveberiyên herêmî ji bo ji niha û şûnde nexşeyek çawa dînin pêşiya xwe niqaş dikin. Em dê têkoşînek çawa bidin pêş xwe niqaş dikin. Em dê bi van niqaşan rêyên nû û armancên nû bidin pêş xwe.    Em armanc dikin ku hevalên xwe  yên jin ên girtî ji girtîgehê derxin. Em wan bigînin azadiya wan. Em dixwazin bi rêya rêveberiyên herêmî li her derê xwe bigînin jinan, pirsgirêkên wan li cih tespît bikin û çareser bikin. Bi vê zanebûnê em xwedî berpirsiyar in xwe bi rêxistin bikin. Ger ku em bi rêxistinî têbikoşin, em ê têkoşînê bêtir mezin bikin. Em dixwazin li tevahiya Tirkiyeyê pirsgirêkên jinan li cih tespît bikin û li cih çareser bikin. Ji bo em piştgiriyê bidin aştî û demokrasiyê gelek tiştên em bikin hene. Em jin bi hêz in. Em jin dixwazin bi vê hêz û biryara xwe sedsala pêş bikin sedsala jinê."    Piştre bername û civîn ji çapameniyê re girtî berdewam kir.