Ji Şirnexê li dijî êrîşên zayendî bertek: Bila kiryar bên cezakirin 2020-01-10 12:37:33   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên endamên Egîtîm-Sen û HDP’ê bertek nîşanî êrîşên zayendî ku li dibistanên Şirnex û Cizîrê pêk tên dan  û wiha gotin: “Bila Hikûmet pêşiya bûyerên îstîsmarê ku zêde dibibin bigire û kiryar nayên cezakirin. Bûyerên îstîsmar û destdirêjiyê ji aliyê AKP-MHP’ê ve tên meşrûkirin.”   Li dijî zaroka bûyerên tacîz û îstîsmarê di demên dawiyê de gelek zêde bûn. Beriya çend rojan li Lîseya Şehrî Nuh Îmam Hatîp a Şirnexê, midûrê dibistanê B.K. li dijî xwendekarekê êrîşa zayendî pêk anî û li dijî xebatkarekê jî destdirêjî, di sala 2019’an de li navçeya Cizîrê li Lîseya Anadolu ya Navendê alîkarê midûrê dibistanê B.E.  ji nezî 50 xwendekarî re peyamên vayendparêz ji xwendekaran re rê kiribûn.  Her wiha dîsa li Cizîrê li Dibistana Navîn a Îstîklalê mamosteyê bi navê U.E. nêzî 4 xwendekar bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin. Jinên endamên Egitim-Sen û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanê vê rewşê dan û xwestin kiryar bên ceza kirin.      ‘Bûyerên tacîz û êrîşa zayendî bi tenê îro pêk nehatine’   Sekretera Jin a Şaxa Egîtîm-Senê ya Şirnexê Serap Ok,  têkildarê mijarê axivî û wiha got: “Bûyerên tacîz û êrîşa zayendî bi tenê îro pêk nehatine. Ji berê heta niha bûyerên bi vî rengî gelek zêde hatin jiyîn. Dema kiryar bên ceza kirin wê demê dê ev bûyer bên sekinandin. Dema neyên cezakirin ev rewş tên jiyîn û ev bûyer zêde bûne. Mirov dema difikire çawa bûyerên êrîşên zayendî li dibistanan pêk hatib; pe midûr û alîkarê midûrên ku tên pişeyên xwe bi cih naynin. Ji ber ku ev zarok ji malbatan ji me re emanetin divê xwedî li wan bê derketin.  Li Şûna ku midûr û alîkarê midûr pişeyên xwe bi cih bînin dibin sedema zêdebûna bûyerên êrîşên zayendî û bi xwe pêk tînin. Wekî ku hûn jî dizanin li ser Egtîm Senê Wekî ku tê zanîn zext zêde hene û kesên nêzî îktîdarê di rêveberiyên dibistanan de cih digirn.  Lê dema mirov lê dinêre li du dibistanên Cizîrê, yek jê Lîseya Anadolu ya Navendê û ya din jî Dibistana Navîn a Îstîklalê bûyerên êrîşa zayendî û tacîzê hatin jiyîn. Her wiha li Lîseya Şehrî Nuh Îmam Hatîp a Şirnexê jî êrîşên zayendî pêk hatin. Midûriyeta Mîllî ya navend û navçeyê ku mafên me yê herî demokratîk ji me re wekî ceza pêşkêş kir, keên ku êrîş pêk anîn an tenê cihê wan guhert an jî ji kar dûr xistin."    ‘Ev zarokên ku emanetên me hatine kirin pêşeroja me ne’   Serap, di berdewamiya axaftina xwe de got pişeya wan mamosteyan çi dibe bila bibe kesên destên xwe yên qirêj dirêjî zarokan dikin divê bên ceza kirin û wiha domand: “ Ev zarokên ku emanetî me hatine kirin pêşeroja me ne. Çawa ku em pêşeroja wan teslîm digirin divê em bi heman rengî li wan xwedî derên. Em wek Egîtîm-Sen berpirsyariya ku dikeve ser milên me bi cih tînin. Em ê bibin şopdarên van dozan û tu carî dev jêbernadin. Her wiha em bûyerên lêpirsînên êdlî û îdarî jî dişopînin. Rayedar ji bo bêhiqûqiya xwe veşêri kesên zihniyetên qirêj diparêzin. Li Lîseya Anadolu ya Navenda Cizîrê kesê ku li dijî  40-50 xwendekaran êrşa zayendî pêk anî   bi tenê cezayê sekinandina qademeyê lê hat birîn. Her wiha me bihîst ku ev kes şandine Rihayê. Ev kes dema biçe wê derê dibe ku zarokên wê derê jî bi êrîşên zayendî re rûbirû bihêle. Ew mirov biçe kîderê wê bi heman hişmendiyê tevbigere.”    ‘Pêwîste gel xwe pêş bixe’   Serap, herê dawî anî ziman ku dê zarokan teslîmê zihniyeta qirêj nekin û heta dawî şopdarên van bûyeran bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ne bawer im ku gelê me di  derbarê van bûyeran de bêdeng bimîne. Divê xwendelar û gelê me li hember van bûyeran bertekên xwe baş bînin ziman. Ger ev bûyer dernekevin holê dê zihniyeta qirêj xwe ji van xwedî bike. Ji ber ku gelê me van bûyeran zêde naynin ziman ev bûyer zêde dibin.”    ‘Em ê bibin dengê zarokan’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê Guler Tunç jî bi lêv kir ku çend mehan carê bûyerên êrîşa zayendî yên ku li dibistanan tên jiyîn derdikevin holê û wiha pêl da axaftina xwe: “Her meh bûyerên nû derdikevin holê. Di derbarê bûyerên êrîşên zayendî de li gel ku delîlên şênber jî hene daraza Tirkiyeyê pêşiya van bûyeran nagire. Bi tenê dibêjin mamosteyan ji pêywirê dûr bixin. Ev têrê nake; em dixwazin ceza li wan kesan bê birîn. Lê belê daraza Tirkiyeyê ji hêla hiqûqê ve tu tiştî nake û çavên xwe digire. Hikûmet pêşiya bûyerên êrîşa zayendî  û tacîzê nagire. Ger ku hikûmetê pêşiya fûhûş, destdirêjî, tecawiz û hişbirê bigirta dê ev rewş nehatana jiyîn. Mamosteyên ku dersê didin xwendekarên xwe çawa dibe li dijî wan êrîşa zayendî pêk tîne. Her wiha beriya çend mehan li Elkê bûyerek êrîşa zayendî pêk hat û ji wê rojê heta niha tu pêşketin tune ye."   Gulerê anî ziman ku  derstirêjî û tacîz hişmendiya deweltê ye  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di dema qedexeya derketina kolanan de cinazeyên ku di kolanan de li ser wan destdirêjî pêk hat. Îro tiştên ku tên jiyîn berdewamiya wê pêvajoyê ne. Bûyerên destdirêjî û tecawizê di dema qedexeyan de destpê kirin. Niha ne bitenê li kolanan li dibistanan jî li dijî zarokan bûyerên êrîşa zayendî pêk hatine hatin destpêkirin. Ger ku dewletê kiryar ceza bikira dê ev bûye li dibistanan zêde nebûna. Ji ber ku li dibistanan destdirêjî û êrîşa zayendî zêde bûye. Bûyerên îstîsmar û destdirêjiyê ji aliyê AKP-MHP’ê ve tên meşrû kirin. AKP îro di her qada jiyanê de dixwaze ku pêşiya jinê bigire. Bila AKP berê pêşiya bûyerên êrîşa zayendî bigire. Bila malbata li zarokên xwe xwedî derên û divê  em bibin dengê zarokan.”       'Êrîşa zayendî li dijî zarokan ku tê kirin nayê qebûlkirin'   Guler, bal kişand ser zagona pêşniyarnameya nû ya li dijî êrîşên zayendî yên li hemberî zarokan û wiha pê de çû: “Em ê nehêlin ku ew zagon bêqebûl kirin û kiyar bêceza bimînin. Kesên ku êrîşa zayendî  pêk tînin bila bên cezakirin. Em dibêjin êrîşa zayendî li dijî zarokan nayê qebûlkirin.”