Qeyûm tayînî şûna 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin 2020-01-10 12:28:24   AMED - Walîtiya Amedê qeyûm tayînî şûna 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê yên HDP'yî ku ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin kir.    Walîtiya Amedê qeyûm tayînî şûna 3 endamên HDP’yî yên Meclîsa Şaredariya Rezana Amedê Zekî Kanay, Ramazan Ozçelîk û Nûrsel Ornek kir. Li ser fermana Wezareta Karê Hundir her sê endamên HDP’yî di 16’ê kanûna pêşîn de ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.    Li ser daxwaza Walîtiya Amedê, Qeymeqamiya Rezanê; Midurê Perwerdehiya Netewî ya Navçeya Rezanê Mehmet Emîn Erdogan tayînî şûna Ramazan Ozçelîk kir, Şefê Miduriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeya Rezanê Huru Atay Atici jî tayînî şûna Nûrsel Ozçelîk û Midurê Şaxa Perwerdehiya Netewî ya Navçeya Rezanê Îbrahîm Halîl Yûvanç jî tayînî şûna Zekî Kanay kir.    Di 21’ê cotmeha 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir bi angaşta doz û lêpirsînên derbarê wan de hene endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Nûrettîn Bakan, Halîme Bayram, Husnu Aslan, Mehmet Akdogan, Panayir Çelîk û Naşîde Buluttekîn Can ên HDP’yî ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.    Di 8’ê Mijdara 2019’an de jî Walîtiya Amedê 6 karmendên di saziyên cuda yên dewletê de dixebitîn wek qeyûm tayînî şûna 6 endamên Meclîsê yên HDP’yî kiribû.    Bi tayînkirina van qeyûmên şûna endamên Meclîsê re hejmara endamên Meclîsê yên HDP’yî daket 21 kesan.