‘Em xwedî li ziman, nasname û dîroka xwe derkevin’ 2020-01-10 09:13:29   Berîtan Canozer   AMED - Duysal Karataş bi lêv kir ku ya ew ê bibin yek an jî ew ê topyekun tune bibin û got ew wek Platforma Jinan a Kurd a Yekbûyî wê ji van xebatan re pêşengiyê bikin. Duysalê bang li Gelê Kurd kir û got divê xwedî li ziman, nasname û dîrokê bê derketin, li her çar alî jî bibin yek.   Platforma Jinên kurd a Yekbûyî di 2017’an de li Amedê piştî civîneke ku pêk hat şûnde hat îlankirin. Platform di 22’ê Kanûna 2019’an de hat cem hev û bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî ya kurd. Bi taybet jî biryar hat girtin ku divê jin ji bo yekitiya neteweyî di xebatan de bi awayekî aktîf cih bigirin. Endama platformê Duysal Karataş der barê mijarê de axivî.   Endama Platfroma Jinên Kurd a Yekbûyî Duysal Karataş bang li siyasetmedarên Kurd û hemû Kurdan kir û got: “Dibe ku fikrên me cuda bin, baweriyên me cuda bin, helwesta me ya siyasî cuda be, lê ev yek ne civakîne. Ya girîng yekbûna nirx û hestên me ne. Ya civakî rihê Kurdistanî ye. Divê em pirsgirêkên şexsî bidin aliyekî û ji bo berjewendiyên xwe bixebitin. Divê em ji zûde ji bo yekitiyê bihata cem hev. Divê em berjewendiyên xwe bifikirin.”   ‘Divê hevdîtineke samîmî pêk bê’   Duysalê daxuyakirin ku nirxên manewî yên yekitiya netewî gelek girînge û got: “Em ji bo nirxên xwe yên manewî dixwazin bibin yek. Li ser axa me xwîna bi hezaran ciwanên Kurd hene. Divê daxwaza gelê Kurd bibe yek. Heta yekitiya me pêk neyê em ê şûnde bikevin. Her kes der barê gelê Kurd de diaxive. Lê Kurd derbarê xwe de naxivin.Ez bang li çapemeniya Kurd jî dikim. Fikrên cuda hebin jî divê hev bi awayekî tûnd rexne nekin. Divê nokteyên erênî yên yekitiyê bikşînin manşetan. Çûyîna nûnerên partiyên siyasî ya Herêma federal a Kurdsitanê jî rast û di cih de ye. Divê ev zûde bihata kirin. Divê em dest bidin hev û hev fêm bikin. Divê Kurd bi awayekî samîmî hevdîtinê pêk bînin.”   Duysalê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca platformê ev e ku li her çar parçeyên Kurdsitanê xebatên yekitiya Netewî bimeşînin û pêşengiya xebatan dikin. Duysalê her wiha bal kişand ser girîngiya ziman û nasnameyê û got divê Kurd ziman û nasnameya xwe biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ya em ê bibin yek an jî em ê topyekun tune bibin.”