ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2020'Î 2020-01-10 09:00:00   *Li girtîgehan êrîş û binpêkirina li dijî girtiyên siyasî roj bi roj zêde dibe. Têkîldarî zext û êrîşên li ser girtiyan parezer Sevda Aydin axivî.  DÎMEN HEYE   *Damezrînera Koalîsyona Jinan a Di Rojnamgeriyê de Kîran Nazîsh ku li ser xebatên êrîşên li ser rojnamegerên jin xebatan dimeşîne wiha got: “Em hedef dikin ku toreke rojnamegeriya jinan ava bikin.” DÎMEN HEYE   *Bi boneya salvegera şehadeta sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Rojavayê Kurdistanê meş hatin lidarxistin.DÎMEN HEYE   *Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku li Rojhilat di destê AKP’ê de tenê cîhadiyên li Îdlîbê mane û der barê şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê jî got: “Rewşeke xwedîderketin û populartîteyeke cidî tune.” DÎMEN HEYE   *Çagla Ozgenturk diyar kir ku aktîvîstên jin yên Edenê wê heta dawî li dijî qanûna ku ‘efûya’ ji bo îstîsmara zarokan tê, kolanan bin û got: “AKP ji nifşê ku lêpirsîn dike, difikire, ditirse. Ji ber ku ji zîhniyeta serdest xwedî dibe. Ji bo desthilatdariya wan têk neçe jî serî li van sererastkirinan didin.” DÎMEN HEYE   * Êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Tirkiyeyê jî krîza aborî ji ber êrîşan her diçe girantir dibe. Jinan diyar kirin ku şer û krîza aborî li her du welatan jî herî zêde bandor li ser zarokan dike û gotin: “Em naxwazin zarok bimrin, birçî bimînin. Bila zarok li kolanan azad bijîn. Bigerin, bilîzin, bixwin û bixwînin.” BI DÎMEN   *Duysal Karataş bi lêv kir ku ya ew ê bibin yek an jî ew ê topyekun tune bibin û got ew wek Platforma Jinan a Kurd a Yekbûyî wê ji van xebatan re pêşengiyê bikin. Duysalê bang li Gelê Kurd kir û got divê xwedî li ziman, nasname û dîrokê bê derketin, li her çar alî jî bibin yek. BI DÎMEN   *Endama Akademiya Jineolojîyê Rûmet Heval, di derbarê salvegera şehadeta Sakîne Cansiz û rêhevalên wê de axivî û wiha got: "Sakîne Cansiz mezinbûna têkoşîn û hevaltiya rast îfade dike. Ew ji bo têkoşîna doza azadiyê her dem xebitî. Ji jinên kurd bû feyza têkoşînê. Em ê her dem di rêya wê de bimeşin." BI DÎMEN   *Jinên Egîtîm-Sen û HDP’ê bertek nîşanî demên dawiyê de li dibistanên Şirnex û Cizîrê bûyerên îstîsmarê ku zêde bûn dan û gotin ku bila kiryar bên cezakirin û wiha gotin: “Hikûmet pêşiya bûyerên îstîsmarê ku zêde dibe nagire û kiryar nayên cezakirin. Bûyerên îstîsmar û destdirêjiyê ji aliyê AKP-MHP’ê ve tên meşrûkirin.” BI DÎMEN