Li Rojava ji bo sê jinên siyasetmedar meş hatin lidarxistin 2020-01-10 08:22:32   HESEKÊ/QAMIŞLO - Bi boneya salvegera şehadeta sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Rojavayê Kurdistanê meş hatin lidarxistin.   Bi boneya salvegera şehadeta sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê, ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatin qetîlkirin, li bajarê Qamişlo, Hesekê, Dêrîkê û Tirbespiyê meş hatin lidarxistin. Bi hezaran jin tevlî meşê bûn û dilsozuya xwe ji pakrewanan re raber kirin.   Hesekê   Bi boneya 8’emîn salvegera şehadeta sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz,Fidan Dogan û Leyla Şeylemiz Îro bi pêşengtiya Kongreya Star meşek hat li dar xistin.   Di 9’ê Çileya sala 2013’an de 3 jinên şoreşger ên Kurd Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fidan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) ji aliyê îstixbarata dewleta tirk ve li bajarê Parîsê hatin qetilkirin. Bi pêşengtiya Kongreya Star meşek li Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hat li dar xistin. Bi sedan şêniyên Hesekê tevlî meşê bûn. Meşvan alên Kongreya Star wêneyên 3 jinên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şeylemez, dayika Eqîde, Hevrîn û pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê dagirkerî û faşizim têk bibin" hildabûn. Meş li ber navenda tendurstî a Taxa Til Hecer despêkir û li qada Şehîd Agirî veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin,  Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Rêjîn Salih 3 jinên şoreşger bi bîr anî û got: "Li hemberî komploya bêbext a navdewletî, sekin û îradeya jinê û gelên azadîxwaz li van herêman, têkoşîna azadiyê û şoreşa jinan a cîhanê bilindtir û berfirehtir dikin. Di qada cîhanî de dengvedana şervanên YPJ’ê bersiva komploya 9’ê Çileya 2013’an de hate dayîn. Îro berxwedaniya jinan li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk berdewam e berxwedaniya Şehîd Sara ye, em ê bi rihê Hevrîn û Sara dagirkerî û faşizim têk bibin û bi azad jiyan bikin."   Meş bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.   Qamişlo   Bi boneya salvegera şehadeta sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez, bi sedan şêniyên Qamişloyê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" daketin qadan û qetlîama li ser her sê jinên siyasetmedar şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn hildan. Meş ji çerxerêya şehîdên 12'ê adarê dest pê kir, heta goristana şehîd Delîl Saroxan dewam kir.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin,  li ser navê Kongreya Star Emel Şemdîn her sê jinên siyasetmedar bi bîr anî û got: "Di 9'ê Çileya sala 2013'an de weke îro di derheqê Rêheval Sakîne û rêhevalên wê de qetlîamek li Parîsê pêk hat. Frasa xwe wek welatekî demokratîk bi nav dike lê komkujiyek li welatê wan pêk hat û sê hevalên me qetil kirin. Hevala Sakîne sembola tevgera azadiya Kurdistanê ye. Riyên bi hezaran jinên kurd ronî kir û em ê jî şopa rêhevalên xwe bişopînin.    Meş bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.    Dêrîk   Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, ji bo salvegera şehadeta Sakîne Cansiz û rê hevalên wê daketin qadan. Meş ji qada şehîdan dest pê kir û li navenda ciwanan hate rawestandin, di nava meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê, alên Kongreya star, alên Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan û alên saziya malbatên şehîdan hatibûn hildan.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star Rîhan Temo, Sakîne Cansiz û rêhevalên wê bibîr anî û wiha got: "Sakîne Cansiz jina yekemîn di nav tevgra azadiyê de cihê xwe digirt, li hember hêzên dagirker her dem li ber xwe dida û heta gihîşt şehadetê jî têkoşîn û berxwedana xwe dom dikir. Sakîne Cansiz yek ji avakara tevgera azadiyê bû, bi şehadeta wê xwestin komploya 9'ê cotmehê dewam bikin, lê bila dagirker baş bizanibin em jin, riya wan têkoşeran dişopînin."   Meş bi dirûşmeya dilsoziya têkoşeran re bi dawî bû.   Tirbespiyê   Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" meşek ji bo şermezarkirina qetilkirina hersê jinên têkoşer Sakine Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li dar xistin.   Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan û qetlîama li ser her sê jinên şoreşger şermezar kirin. Di meşê wêneyên têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û têkoşerên azadiyê hatibûn hildan. Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina komploya 9'çileya 2013'an qîriyan.   Meş li navenda bajêr rawestiya û li wir veguhrrî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Paşê Rêveberiya Kongreya Star ya kantona Qamişlo Henîfa Mihemed axivî û wiha got: "Dixwestin komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan careke din dubare bikin armanca wan ew bû kû dengê azadî û heqîqetê qut bikin. Lê ew ê bi ser nekevin."   Henîfe teqez kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke mezin list, di her qadan de bû fermandar û pêşeng, ji ber fikir û felsefeya Rêber Ocalan esas girtiye û li ser şopa şehîdan dimeşin. Di dawiyê de Henîfa bang kir kû kujerên vê komkojiyê werin cezakirin û bang li hemû gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dagirkeran bisekinin.   Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina qetilkirina hersê jinên têkoşer "Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez" bi dawî bû.