Kongreya Star: Jiyana demokratîk û azad wê bibe hilgirtina tola wan 2020-01-09 15:42:25   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî komploya 9'ê Çileya 2013'an şermezar kir û got: "Li ser navê tevgera jinên Kongreya Star em vê roja bêbext û xayîn şermezar dikin û dibêjin rêxistinkirin û avakirina jiyana demokratîk û azad wê bibe hilgirtina tola wan."   Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, di çarçoveya bîranîna 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê, ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve hatin qetîlkirin daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Çawa ji bo şoreşa cîhanî ya jinan bê tesîr bikin û ji holê rakin hevala Sakîne Cansiz hate qetilkirin; heman tişt di êrîşa dagirkirina dewleta Tirkiyê de jî bi bûyera qetilkirina hevala Hevrîn Xelef, dayê Eqîde û Amara Rênas de jî hate armanckirin.    Daxuyanî wiha ye:  "Di 9'ê Çileya sala 2013'an de 3 jinên şoreşger ên kurd hevala Sara (Sakîne Cansiz), hevala Rojbîn (Fîdan Dogan) û hevala Ronahî (Leyla Şaylemez) ji aliyê îstîxbarata dewleta tirk ve li bajarê Parîsê hatin qetilkirin. Ev şahedeta heval Sara û hevalên wê wek berdewama komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, ji aliye hêzên navneteweyî ve pêk hat. Wek jineke mîlîtan û şoreşger ji aliyê hemû jinên cîhanê ve dihate naskirin û li ser hêzên demokratîk tesîreke mezin dida avakirin; ji ber vê jî ji aliyê hêzên komloger ve hedef hate girtin. Armanca vê êrişê têkbirina destkeftiyên berxwedana birdozî û şoraşa jinan bû. Êrişkaran xwest bi tunekirina îradeya jinan şoreşa azadiyê bê bandor bikin. Wek berdewama komploya 9’ê Çileyê ya beramberî hevala Sakîne Cansiz û du hevalên wê di roja 5’ê Çileya 2016'an de 3 jinên şoreşger û siyasetmendar a Bakurê Kurdistanê Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayir bi heman rêbazên hovane bi destê dewleta tirk ve hatin qetilkirin.   Bi dengvedana şervanên YPJ'ê bersiva komloyê hat dayîn   Li hemberî komploya bêbext a navneteweyî, sekin û îradeya jin û gelên demokratîk li van herêman, têkoşîna azadiyê û şoreşa jinan a cîhanê bilindtir û berfirehtir kir. Di qada cîhanî de bi dengvedana berxwedana şervanên YPJ'ê bersiva vê komloyê bi dehan caran hate dayîn. Hevala Sakîne Cansiz di Şoreşa Rojava de û ji aliyê giştî jinên cihanê ve wek mînak dihate destgirtin û di nava tevger û dîroka jinên cihanê de jî wek mîlîtan û têkoşera ji bo wekhevî û azadiyê, cihê xwe girtiye. Em di salvegara şehadeta hevala Sakîne Cansiz de di nava êriş û dagirkirina dewleta Tirkiyê de berdewamiya komploya navnetewî girantir û berfirehtir jiyan dikin. Destpêka şerê cihanê ya sêyemîn di 9'ê cotmehê de ji aliyê hêzên navdewletî ve êrişên dagirkirinê li ser şoreşa Rojava hatiye destpêkirin. Ev êriş û dagirkirin jî berdewamiya komploya navnetewî îfade dike. Lê belê, hemû hêzên demokratîk û gelên herêmê li hemberî polîtikayên îmha û dagirkerî, berxwedaniyek mezin dane meşandin û sîstema netewa demokratîk de îfadeya xwe didomînin.   Jinên pêşeng tên hedefgirtin   Li hemberî hemû destkeftî, têkoşîn û berxwedanên şoreşa azadî û wekheviyê her tim jinên pêşeng tên hedefgirtin. Çawa ku ji bo ku şoreşa cîhanî ya jinan bê tesîr bikin û ji holê rakin hevala Sakîne Cansiz hate qetilkirin; heman tişt di êrîşa dagirkirina dewleta Tirkiyê de jî bi bûyera qetilkirina hevala Hevrîn Xelef, Dayê Aqîde û Amara Rênas de jî hate armanckirin. Ev neqebûlkirina rol û pêşengiya jinên azad îfade dike. Ji ber ku zîhniyeta zilamên serdest û desthilatdar, li hemberî hêz û birêxistinbûna jinan tirs û xofeke mezin dijîn, birdoziya rizgariya jinan bersiva hemû pirsgirêkên jiyanî û pêşîgirtina şer û pêvçûnan e. Ji bo vê jî divê em birdozî, rêxistin û hêza jinê berfirehtir û mezintir bikin û bibin şopdarê jinên pêşeng, şoreşger û têkoşer.   Jiyana demokratîk û azad wê bibe girtina tola wan   Em wek Kongreya Star şahadeta hevala Sakîne Cansiz û rêhevalên wê wek Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Dayê Aqide bibîr tînin û komploya bêbext a 9'ê Çileyê şermezar dikin. Em şoreşgera mezin û pêşenga tevgera azadiya jinan a Kurdistanê wek nasnameya azad a jinên cîhanê dibînin û dibin şopdarên armanc û rêya wê. Ji bo azadiyê, jiyana wê her tim şer bû! Em ê jî vê şerê wê ya azadiyê bidomînin û bikin cîhanî. Weke pêşenga îdeolojiya rizgariya jin, di dilê hemû jinên azadîxwaz de cihê xwe digre û jiyan dike. Li ser navê tevgera jinên Kongra Star em carekî din vê roja bêbext û xayîn şermezar dikin û dibêjin rêxistinkirin û avakirina jiyana demokratîk û azad wê bibe hilgirtina tola wan."