Meclisa Jinan a HDP'ê 6 jinên siyasetmedar bi bîr anîn 2020-01-09 12:14:12   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê  derbarê 6 jinên siyasetmedar ku li Sîlopî û Parîsê hatin qetilkirin de daxuyanî da û got: "Ew her 6 jinên siyasetmedar bi bîr tînin û em hişmendiya dewleta qirker lanet dikin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP), bi minasebeta salvegera Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de ku  pêk hat û 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encamê de hatin qetilkirin û qetlîama li Sîlopiya Şirnexê ku di encama wê de jî 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sêvê Demîr Pakîze Nayir û Fatma Uyar di encamê de  jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek nivîskî weşand.    Daxuyaniya meclisê wiha ye:   "Komkujiyeke weke komkujiya Parîsê, di salvegera 3'emîn komkujiyê de li navçeya Silopya ya Şirnexê pêk hat. Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel a Silopyayê Fatma Ûyar û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Pakîze Nayir, di dema qedexeya derketina derve ya li navçeye bi awayekî zenebûn hatin qetilkirin.    Qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdan; êrîşeke li dijî, dîplomasî, berxwedana jinê û rêxistinbûyîna cîwanan a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Di vê komkujiyê de hedefgirtina 3 jinên kurd ên şoreşger ku li dijî zihniyeta baviksalarî têdikoşiyan Sakîne, Leyla û Fîdan peyama çewisandina hemû jinên Cîhanê û têkoşîna azadiya ya me jinan e. Em vê yekê dizanin.    Meqamên edlî yê Fransayê, piştî komkujiyê, angaştên ku têtîkkêş Omer Guney bi MÎT'ê re di nav têkiliyan de ye, ji saziyên eleqedar ên Tirkiyeyê pirsîne lê bersiva xwe negirtine. Piştî mirina bi guman a Guney hatiye xwestin ku ser dosyaya dozê bê girtin. Mixabin li gel hemû daxwazên raya giştî û israra edaletê ya jinan hewl hatiye dayîn ku ser komkujiyan bê girtin û berpirsyar derneketine holê û nehatine darizandin.   Em ê weke Meclisa Jinan a HDP'ê rê nedin van komkujiyên ku pêşengiya jinên hedef digirin û li dijî polîtîkayên ku dixwazin ser van komkujiyan bigirin dê heta dawiyê têbikoşin. Em her şeş jinên siyasetmedar bi rêzdarî bi bîr tînin û aqlê dewletê yê kujer lanet dikin. "