KCD: Hêviya azadiya jinên Kurdistanî hedef hat girtin 2020-01-09 11:23:23   NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê bi wesîleya salvegera qetilkirina li Parîsê ya li ser 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileya 2013'an de pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku hêviya azadiya jinên Kurdistanî hedef hat girtin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê sê jinên Siyasetmedara Sakîne Cansiz Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:"Şerê ku metîngeriya kapîtalîst-emperyalist li Rojhilata Navîn û li dijî gelan pêşxistiyê, bi qetlîamên mezin ên li dijî civak û xwezayê, bi koçberkirin û wêrankirinên ku paşve nayê vegerandin re her ku diçe bêhtir kûr dibe û didome."   Berdewamiya daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    "Li dijî polîtîkayên wêrankirin û sepandinên pergala kapîtalîst-emperyalîst, Tevgera Azadiya Kurdan ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bi hêviya azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê vejiyaye û bûye hêza rê nîşandanê û ronîkirinê.  Tevgera Azadiya Kurd ku ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye meşaleya azadiyê, di serî de bûye hedefa hêzên emperyal ên navnetewî û netewî û hêzên metînger ên herêmî.  Bi hevkariya hêzên navnetewî û hêzên emperyalîst ên metînger ên herêmî hatiye xwestin ku Tevgara Azadiyê ya Kurd bi operasyon û komployan bê tasfiyekirin.    Wekî berdewama komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd brêz Abdullah Ocalan pêk hat, di 9’ê Çileya 2013’an de jî komplo û qetlîama Parîsê pêk hat. Pêşenga Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşgera jin Sakîne Cansiz (Sara) û du rêhevalên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de ji hêla dewleta Tirk ve li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Aşkere vekiriye ye ku bêyî agahî û destûra hêzên navneteweyî qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê ne gengaz e.   Armanca qetlîama Parîsê gelek fireh e. Ji ber ku Sakîne Cansiz sazûmankara Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û di hemû merhelêyên azadiya jinên Kurdistanê de xwedî û rol û riste û dîsa ji ber Cansiz li dijî pergala baviksalariyê bi hêviya azadiya civakê bi avakirina pergala hemdem a demokrasî û azadiyê pêkane pêşxistiye, bûye hedefa hêzên navneteweyî ya ku tetikkêşiya wê dewleta Tirk kiriye.   Ji bo ser doza qetlîama Parîsê bê girtin dereng tê destgirtin û bi vî awayî ji hêla hêzên navneteweyî tê xwestin ku cinayetek hiqûqî bê kirin. Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne û rê nede ku berpirs û kujerên qetlîama Parîsê bên xilaskirin û hesab nedin.   Em di wê baweriyê de ne di serî de dewleta Tirk, hemû hêzên ku berpirsiyariya wan di vê qetlîamê de heye  dê li pêş dîrok û mirovahiyê bên mehkumkirin û hesab bidin. Dîsa Cansiz û peyhatiyên wê Sevê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar bi heman armancê di 4’ê Çileya 2016'an de li Silopiya hatibûn qetilkirin.   Em careke din di salvegera şehadeta Sakîne, Fîdan, Leyla, Sevê, Pakîze û Fatma de wan bi rêzdarî bi bîr tînin û bi hêza têkoşîn, berxwedan û pêşengiya ku me ji şexsiyeta wan girtiye em dê têkoşîna xwe ya azadiyê teqez bi serkeftinê tacîdar bikin."