Berdevka piştevaniya mor: Giştîname rê li ber şîdetê vedike 2020-01-09 09:34:23   Safiye Alagaş   STENBOL - Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci bal kişand ser giştînameya ku wezareta dadê û Wezareta Karên Hundir der barê pêşîgirtina li şîdeta li ser jinê weşandine û got ev pêşî li kuştinên jinan nagire û wiha berdewam kir: “Berovajî vê ‘qanûna efûya êrîşa zarokan’ tînin rojevê û pêşî li berdewama şîdetê vedikin.”   Berdevka Komeleya Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci, şîdeta li ser jinê zêde bûye û giştînameyên hatine weşandin nirxand.   Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, îsal 474 jin hatine qetilkirin.    Çavkaniya şîdeta mêr çi ye?   Bi sedsalane şîdet heye, sedema zêdebûna şîdetê jî polîtîkayên desthilatdariyê ne û gotinên ku şîdetê tewşîq dike ne. Ligel vê krîza pergala kapîtalîst heye. Jin wêkî rêya derketina ji krîzê tên dîtin. Desthilatdarî û kapîtalîzm hewl dide hebûna xwe bidomîne. Di encama hewldanan de jin tên qetilkirin. Tenê di salekê de 474 jin tên qetilkirin. Ev qirkirina zayendê ye. Her roj du sê jin tên qetikirin. Gotinên ku şîdet û cînayetan teşwîq dikin hene. Dibêjin ‘di vê saetê de dernekevin derve, ducaniyê de negere, 3 zarokan bîne’. Ev dibin sedema şîdet û qetilkirina jinan.   *Pêkanîna qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinê têr dike?   Kanûna 6284 bi têkoşîna jinan anîn. Bi îmzekirina Peyman Stenbolê re hat hedef kirin ku ev pêk bê. Lê niha em dibînin ku 6284 di asta asgarî de pêk tê. Lê di alî pêkanîna vê de pirsgirêkên cidî hene. Em dibînin ku ev di alî pratîk de pêk nayê. Mînaka vê em di bûyera Guleda da dibînin. Di encama îxbarê de diçe qerekolê. Bi mêrê ku şîdet lê kiriye re îfadeya wê tê girtin. Tevî ku polîs derbkirina Gule da dibîne jî , wê teslîmê kujerê wê dikin. Gelek mînakê vê hene. Ceza ji bo kujeran tê daxistin.   *Hun giştînameya ku wezareta dadê û wezareta karên hundir weşandiye çawa dinirxînin?   Ev li ser bertekên jinan hat rojevê. Lê di giştînameyê de tu tiştekî nû tune. Behsa biryara veşariyê, perwerdehiyan û tê gotin ku personel divê berpirsyariya xwe bînin cih. Gelek xal hene. Lê ev xal ji xwe di qanûna 6284’an de hene. Ev rewş dîsa bi me dan bibîrxistin. Wekî ku tiştekî nûye dan ber me. Em ê hemû bi hev re pêkanîna giştînameyê bibînin.   *Dema amadekarina giştînameyan nêrîna rêxistinên jinan nehat girtin, gelo wê di pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de têr bike?   Di rewşeke wisa de, tiştekî biser bikeve tune ye. Em vê dibînin. Em hewl didin zemînên qanûnî biparêzin. Li aliyekî giştînameyê derdixin li aliyê din jî pêşnûmeqanûna efûya îstîsmara êrîşa zayendî ya li dijî zarokan tînin rojevê. Li meclîsê nîqaşa vê dikin. Ev bi hev re dikevin nakokiyê. Niyet û zîhniyeta mêr ya li hember me nîşan dide ku jin çiqas xurtin. Di encama têkoşîna jinan de qanûna hejmar 6284 hat derxistin. Lê li aliyê din jî êrîşan didomînin.   *Çalakiyên Las Tesîs li her derê cîhanê pêk hatin û li Tirkiyeyê jî pêk hatin. Lê li Tirkiyeyê êrîş li hember çalakiyan pêk hatin. Hun vê çawa dinirxînin?   Suleyman Soylu pir baş dizane ku aliyekê vê digihêje wî. Me nîşan da ku berpirs û sûcdarên kuştinên jinan, tecwizê kî ne. Sûcdar xwe dizanin. Ji ber vê jî ket parstinê. Me ev bi hemû zelaliya wê dît. Bi bertekên wan jî hat qedexekirin.   *Têkoşîna jinan a li dijî şîdeta mêr û dewletê wê ji vir şûnde çawa bidome?   Têkoşîna jinan a li dijî şîdetê didome. Ji ber jin rastî êrîşên zêde tên. Bi zêdebûna êrîşan re hêrsa jinan jî zêde dibe. Em ê jî jî têkoşîna xwe bidomînin. Jin niha têkoşîna jiyanê didin. Ev têkoşîn wê her tim bidome.