Tum-Bel Sen: Em van îxracên dijhiqûqî qebûl nakin 2020-01-09 09:14:23   AMED - Hevseroka Şaxa Tum-Bel Sen a Amedê Yasemîn Noyan diyar kir ku endamên wan rastî tehîda ‘divê hun sendîkayê biguherin’ hatine û got: “Rêbaza terbiyekirina bi birçîbûnê, mirov ji karê wan kirin û nedîtina kedê ji 2016’an heta niha didome. Gelek hevalên me bi awayekî dijhiqûqî ji kar hatin avêtin. Em vê qebûl nakin.”   Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde ji bo şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qyûm hat tayînkirin û bi vê re li ser xebatkaran zext û mobîng pêk tê.Herî dawî jî bi hinceta karker zêde ne 8 karker ku di Serokatiya Daîreya Karê Civakî û Çandî de dixebitin, ji kar hatin avêtin. Hevseroka Tum-Bel Sen a Amedê Yasemîn Noyan der barê zext û ji kar avêtinan de axivî.   Endamên Tum-Bel Senê tên tehîdkirin   Yasemînê got her roj rastî dijhiqûqiyan tên û got: “Endamên me rastî mobîng û zextan tên. Gelek sendîkayî rastî hişyariyên wekê ‘Wê sodexoyên we neyên dayîn, walî navê we dixwaze, der barê karê we de wê kar û bar bike’ tên.Yek bi yek gazî hevalên me dikin û tehîda wê îxrac bikin, dikin. Vê xebatê jî kesên di kadroya rêbeberiya BEM-Bîr Senê de dixebitin dikin. Di van xebatan de jî navê Waliyan bi kar tÎnin û dikin. Divê der barê cend kesan de lêpirsîn bê kirin.”   'Ev rêbaza qeyûm e'   Yasemînê daxuyakirin ku herî dawî 8 xebatkarên Serokatiya Daîreya Karê Civakî û Çandî yên endamên wan e bi hinceta ‘hewce pê tune’ ji kar hatine avêtin û got qeyûm ji roja hatiye vê rêbazê bikar tîne û wiha berdewam kir: “Keda mirovan nayê dîtin, mirovan bi nanê wan terbiye dikin û ev jî ji 2016’an de ye didome. Gelek kes bi awayekî dijhiqûqî hatin îxrackirin. Gelek kes neçar rman peymana xwe ya sendîkayî fes bikin.Ji roja qeyûm hatiye 38 hevalên me ji kar hatin derxistin. Der barê vê de pêvajoya hiqûqî didome. Me roja ewil jî got em van qebûl nakin. Divê demildest dawî li van pêkanînan bînin.”