Jinên Mêrdînê: Em tecrîdê qebûl nakin 2020-01-09 09:08:31   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe û gotin wê li dijî polîtîkayên çewisandinê yên desthilatdariyê her tim li qadan bin.   Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe greva birçîbûnê dabû destpêkirin û piştî wê li hemû girtîgehan grev hat destpêkirin. Di encama grevan de piştî 8 salan şûnde parêzeran hevdîtin di 2’ê Gulana 2019’an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anîn. Herî dawî parêzeran di 7’ê tebaxê de malbatan jî di 12’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn. Jinên Mêrdînê bertek nîşanê tecrîdê dan û diyar kirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin.   Besna Gunay destnîşan kir ku tecrîd kaos û şer aniye welat û Rojhilata Navîn û got: “Divê fêm bikin ku bi kuştin û zextan nikarin bigihêjin cihekî. Em dixwazin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bidawî bibe. Bi salane em ji bo aştî û azadiyê têdikoşin. Bi salane em bi vê daxwazê li qadan e. Em naxwazin kes bimre. Em yekitî û jiyanek mirovane dixwazin. Êdî bes e.”   'Ger tecrîd rabe wê aştî bê'   Halîme Beyat jî bi lêv kir ku bi salane bi hêviya ku wê tecrîd rabe û aştî bê dest bi rojê dikin û got: “Mehên borî em 24 saetan li kolanan bûn. Zarokên me di grevê de bûn. Em meha Remezanê li kolanan bûn. Me got wê tecrîd rabe. Lê mixabin tecrîd berdewam dike. Em her tim têdikoşin. Lê ew ya xwe dikin. Şaredariyên me ji destê me girtin. Ger tecrîd rabe wê aştî bê vî welatî.”   ‘Em ê her tim têbikoşin’   Ayşe Şaman jî daxuyakirin ku wê heta dawî dengê xwe bilind bikin û got: “Bila zarokên me neyên kuştin. Êdî bes e. Bi salane xwîn dirêje. Lê bila deriyên zindanan vebe. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan jî êdî rabe.”