'Em naxwazin dagirker li ser axa me bin' 2020-01-09 09:05:19   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên Çiyayê Kizwanan derbarê dewriyeyên Rûsan de anîn ziman ku hêzên Rûsya yên ku dadikevin nava civakê hewldanê wan  derxistina tevlehevî û xapandinê heye û li hember wê jî gel bersiva xwe dide.    Piştî lihevkirinên di navbera Rûsya û QSD'ê de, hêzên Rûsya û Rêjîma Sûriyeyê li ser sînorê di navbera dewleta tirk û Meclisa Leşkerî ya Suryanî de cih digrin û li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baragehên xwe yên leşkerî çêdikin.    Ji dema derbasbûna Hêzên Rûsya ji herêmê re, bi gel re dicivin û hewldanê derxistina tevliheviyan di navbera gel û QSD'ê de heye.Îro jî hêzên Rûsyayê bi erebeyên xwe yê zirxî derbasî nava gelê navçeya Çiyayê Kizwanan ku piraniya wan Ereb in, bûbûn û li gelek gundan geriyan û bi gel re civiyan û pirsên mîna "Hûn ji kê hez dikin û dixwazin kî we biparêzin? Pêwîstiya we bi çi heye ku em ji were bikin?" ji gel dikirin.    Jinên ku derketin pêşiya  Rûsan û bersiva pirsên wan dan ji Ajansa me re aixvîn.   'Rûs dixwazin bi pêşkêşkirina alîkariyê me bixapînin û bersiva me jî diyar bû'   Meryem Xizêm derbarê hatina Rûsan de bersiva ku dabûn wan wiha ji me re parve kir: "Rûs hatin û li gelek gundan geriyan, xwestin tevliheviyê di nava gel de çêbikin û gelek pirs ji gel kirin mîna ku çi alîkariyên xwarinê ji were lazim in û hûn ji kê hez dikin. Mîna ku dixwazin me bixapînin. Me jî ji wan re got ku em tiştekî ji we naxwazin, daxwaza me ew e ku hûn dewleta tirk ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê derbixin."   'Daxwaza me ji Rûsya derxistina dewleta tirk ji xaka Bakurê Sûriyeyê bû'    Mehatî Mihemed jî wiha got: "Gelê Çiyayê Kizwanan kom bûn û ji Rûsan re gotin ku hûn çi dixwazin û li vir çi dikin? Rûsan got ku hûn çi dixwazin em alîkariya we bikin, lê bersiva gel diyar bû û eşkere ji wan re gotin baweriya me bi we nayê û em dixwazin hûn çete û dewleta tirk a dagirker ji xaka me derbixin. Em naxwazin dagirker li ser axa me bin."   'Tevî hebûna Rûsya, dewleta tirk hewl dide dagirkeriyê berfireh bike'   Mehatî  hebûna Rûsya û êrîşên dewleta tirk bi bîr xist û wiha dewam kir:"Tevî hebûna Rûsya, lê dewleta tirk a dagirker hîn jî li ser axa me binpêkirinan dike û hewldanê berfirehkirina qadên dagirkeriyê heye. Hêzên QSD'ê nirxên tevahî netewan parastin, tekane QSD dikare me biparêze."   Paşê Rûs bi erebeyên xwe dîsa vegeriyan barageha xwe ya ku 500 metre Bakurê navçeya Til Temirê dikeve, bicih dibin.