Ji bo sê jinên siyasetmedar semîner hat lidarxistin 2020-01-08 16:10:06   KOBANÊ - Kongreya Star a Navçeya Şêranê  bi boneya 8'emîn salvegera hersê jinên têkoşer ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan  semînerek li ser jiyana wan li dar xist.   Kongreya Star ji bo bîranîna 8'emîn salvegera  hersê jinên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara) Fîdan Dogan(Rojbîn) û Leyla Şaylemez(Ronahî) semînerek li ser jiyana wan navçeya Şêranê ya Kobanê li dar xist. Bi dehan jin û mêrên navçeyê di semînerê de amade bûn. Di heman çarçoveyê de li navçeya Çelebiyê jî semîner ji gel re hat li dar xistin. Li navçeya Şêranê semîner ji aliyê Leyla Amed endama Kongra Star ve hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   'Sakîne jineke têkoşer bû'    Leyla di semînerê de wiha got: "Ev komkujiya 9'ê çileya 2013'an berdewamiya komkujiya bajarê Dêrsimê bû. Gelek dewletan hewl dan ku pêşengên azadiyê tune bikin, lê her tim Sakîne û her du hevalên wê planên dijmin têk dibirin. Leyla Şaylemez pêşenga jinên ciwan bû. Di ciwantiya xwe de xebatên gelek mezin di nava civaka Ewropa de da meşandin. Di şexsê Leyla, Sakîne û Fîdanê de êrîşeke hovane dijmin da meşandin, lê em tu carî teslîm nabin û em ê şopdarê jinên têkoşer bin. Sara jî kesayetek têkoşer bû."   Paşê sinevîzyonek li ser jiyana hersê jinan ji gel re hat pêşkêşkirin.   Hêjayî gotinê ye ku wê sibe semîner li ser jiyana hersê jinên têkoşer li navenda bajarê Kobanê bê lidarxistin.