Li Dêrsimê gelek zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man 2020-01-08 15:54:17   DÊRSIM - Li Pertekê gelek zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man. Derbarê bûyerê de kesê bi navê H.Y.  hat binçavkirin.    Li nvçeya Pertek a Dêrsimê gelek zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hatin hiştin.  Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de mêrê bi navê H.Y. hat binçavkirin.    Herwiha di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pertekê ve hat destpêkirin biryara nepenîkirinê derbarê bûyerê de hat girtin û hat ragihandin ku gelek xwendekarên dibistanan jî ji bo îfadeyê bdin birine Muduriyeta Polîsan û îfadeya wan hatiye girtin.    Derbarê bûyerê de bi hinceta biryara nepenîkirinê heye ji parêzeran re jî agahî nehat dayîn.