Berfîn Ozek: Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê tundî zêde dibe 2020-01-08 11:13:10   Filiz Zeyrek    HATAY - Berfîn Ozek a ku ji aliyê Casim Ozan Çeltik ve bi êrîşa asîtê rû bi rû hat hiştin li ser cezayê Casim ku 13 sal û 6 meh lê hat birîn axivî. Berfînê wiha got:"Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê tundî zêde dibe. Ewlehiya min jî tune ye. Dikare dîsa zirarê bide min. Dema ez dîsa zirarê bibînim ew ê berpirsê vê yekê kî be?"   Li Îskenderûna Hatayê di 2019'an de mêrê bi navê Casim Ozan Çeltik bi asîtê êrîşî Berfîn Ozek kiribû. Do li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê rûniştina biryarê hat dîtin. Casimê ku bi muebetê dihat darizandin bi sûcê "Qesta kuştinê tune ye" 13 sal 6 meh ceza lê hat birîn. Berfînê bertek nîşanî biryara dadgehê da.    'Em li hêviya cezayê muebetê bûn'   Berfînê anî ziman ku ew ji ber biryara cezayê li Casim hatiye birîn ji ber ku kêm e gelek xemgîn bûye û wiha got:"Qey divê ez bimiram? Bi sûcê "Qesta kuştinê tune ye" ceza lê birîn. Em li hêviya cezayê muebetê bûn. Lê mixabin cezayekî gelek kêm lê hat birîn. Ewlehiya min jî tune ye. Dikare dîsa zirarê bide min. Dema ez dîsa zirarê bibînim ew ê berpirsê vê yekê kî be?"   'Bi piştevaniya jinê ez li ser piyên xwe sekinîm'   Berfînê da zanîn ku ew bi saya piştevaniya jinê li ser piyên xwe sekinîye û wiha dewam kir:"Ger ne ji piştevanî û hêza jinên li dora min ba ez ê nikaribim li ser lingan bisekinim. Dema min xwe bi wî awayî dît ez gelekî li ber xwe ketim. Min xwest ez dawiyê li jiyana xwe bînim. Lê piştevaniya jinan hêz da min. Lê tevî biryara cezayê kêm divê ez li ser piya bisekinim û bêtir bi hêz bim û têkoşîna xwe bidomînim. Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê tundî zêde dibe. Li dijî vê yekê jî divê ez li ser piya bim û têkoşîna xwe bidomînim."