Li Şirnexê bûyera êrîşa zayendî: Bersûc tayînî dibistanek din hatiye kirin! 2020-01-08 09:38:12   ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê derket holê ku midûrê dibistanê yê bi navê B.K.  li dijî xwendekarekê êrîşa zayendî pêk aniye û li dijî xebatkarekê jî destdirêjî kiriye. Her wiha B.K. tayînî dibistanek din hatiye kirin.   Derket holê li Lîseya Şehrî Nuh Îmam Hatîp a Şirnexê, midûrê dibistanê B.K. li dijî xwendekarekê êrîşa zayendî pêk aniye û li dijî xebatkarekê jî destdirêjî kiriye. Li gor agahiyên ku bi dest ketin, meh û nîvek berê bûyer piştî ku xwendekaran ji hin mamosteyên xwe re gotine û bi vî awayî aşkere bûye. Piştî ku bûyer hat bihîstin malbata xwendekar di derbarê B.K. de serlêdana sûc kir. Her wiha hat zanîn ku piştî bûyer derket holê di derbarê B.K. de hem lêpirsîna edlî û hem jî ya îdarî hatiye destpêkirin û heta niha di lêpirsînê de tu pêşketin tune ye. Her wiha ji ber li ser dosyaya B.K. “biryara veşartinê” heye agahî zêde jê nehat girtin.   Bersûc tayînî dibistanek din hat kirin!   Di heman demê de piştî bûyer derket holê B.K. ji bo tayîna xwe ji Lîseya Ebulhayr Yusuf Cezerî  ya Îmam Xetîp a Anadoluyê re bixwaze ji Walîtiya Şirnexê re daxwazname şandiye. Lê Walîtiye Şirnexê ji ber bûyera îstîsmar û tacîzê B.K.  wek alîkarê midûrê tayînê Lîseya Anadolu ya Şirnexê kiriye.        Her wiha li gor agahiyên hatin bidestxistin jî  hejmara bûyera îstîsmar û tacîzê dibe ku zêde bibe.