‘Min cara ewil xatir ji bavê xwe xwest’ 2020-01-08 09:04:57   Berîtan Canozer-Rengîn Azîzoglu   AMED - Rahşan Anter 27 sal şûnde piştî qetilkirina bavê xwe Musa Anter, cara ewil diçe otela ku bavê wê lê maye. Rahşan Anter wiha dibêje: “Ewil min nexwest ez bêm, piştre min got; hestên min ên divê ez pê re bêm rû hev hene. Min cara ewil xatir ji bavê xwe xwest…”   Rahşan Anter ji bo bernameyekê di rojên borî de hat Amedê û me xwest em bi wê re roportajekê çêbike. Rahşanê di roportajê de diyar kir ku ew li otela dimîne, bi şev baş ranazê û got sedema vê jî her şev bavê xwe di xewna xwe de dibîne. Hestiyar dibe, rondikan dibarîne.. Di vê navberê de jî vegotinên xwe berdewam dike.   ‘Min cara ewil xatir jê xwest’   Di ser qetilkirina rojnameger û nivîskarê Kurd Musa Anter (Apê Musa) de 27 sal derbas bû. Keça wî Rahşan di 27 salan de gelek caran hatibe Amedê jî cara ewil li vê otelê maye. Ev, otela ku beriya Apê Musa hat qetilkirin, lê dima. Rahşanê hesret û êşa ku dijî vedibêje. Gelek hestiyare ku bavê xwe cara dawî nedîtiye, diyar dike ku di xewna xwe de bi bavê xwe re hatiye cem hev. Rahşanê diyar dike ku ewil nexwestiye li otelê bimîne lê piştre gotiye ku divê bi êşên xwe re bê rû hev. Rahşanê got agahiya qetilkirina bavê xwe li Swîsreyê girtiye û hema bi balafirê hatiye Stenbolê û roja din jî hatiye Amedê.   Rahşanê wiha berdewam dike: “Di navbera min û bavê min de dostaniyek taybet hebû. Min gelek jê hez dikir. Ji bo ku ez ê pir xemgîn bibûma, heta hatim Amedê ji min re negotin bavê te miriye. Li Amedê ji min re gotin. Min xwest ji bavê xwe xatir bixwazim lê nehiştin. Nîşanî min nedan. Ez 72 salî me lê hîna ji bo min travma ye. Min hîna xatir jê nexwestiye. Ez hîna jî dibêjim qey nemiriye. Ez dibêjim wê derkeve bê. Lê îşev cara ewil min xatir ji bavê xwe xwest.”   ‘Em dihatin tehdîdkirin’   Rahşanê daxuyakirin ku bavê wê zanayê Kurd bû û got: “Bi salan em ji axa xwe dûr bûn. Em neçarî koçberiyê hatin kirin. Pir bi ser bavê min de dihatin, ji ber vê bavê min em şandin. Carna bi mehan me ew nedidît. Nehiştin bavê min li ser axa wî jî defin bikin. Wan li cihê ku xwestin defin kirin. Wesiyeta bavê min nehat cih. Bi pêşeroja zarokên wî bavê min tehdîd dikin. Digotin em ê zarokên te bikujin. Her tim bi ser mala de digirtin. Gelek carana dayika min lêdan xwar. Wê demê birayên min dayika min çûn Swêdê. Vê carê ez bi zarokên min tehdîd dikirin. Li heman welatî min bavê xwe nedidît. Bi roportajeke 10 deqeyan ez nikarim ku tiştên me jiyan vebêjim. Tiştên me jiyan ne hindik bû.”   'Em ê vê dewletê çawa efû bikin?'   Rahşanê daxuyakirin dema qedexeya derketina derve û bombebarankirina Cizîrê, çûye Cizîrê û got: "Min ji erdê weke keviran gule kom kir. Min gule bir muzeya bavê xwe. Min got ‘bavo binêre, ev guleyên ku bi ser zarokên te de, bi ser neviyên te de bi ser xwendekarên de te hatine barandine’. Min tiştên li Cizîrê hatine jiyîn vegotin. Hestiyên mirovên civan di turikan de dan dê û bavê wan. Ez êdî êşa xwe ya der barê xwe de şerm dikim ku vebêjim. Êşên wisa mezin hene, ez şerm dikim êşa xwe vebêjim. Em li Cizîrê çûn malekê û em li jorê derenceyê bûn. Du jin hatibûn qetilkirin. Bûk û xesû bû. Nevî li jêrê derenceyê bû, li telikên dayik û pîra xwe mêze dikirin û dikeniyan. Ez vê tu car ji bîr nakim. Ez difikirim, ev zarok bê temenê ciwantiyê wê vê çawa ji ser xwe bavêje. Dema ev tê bîra min ez dîn dibim. De werin em van efû bikin. Em ê vê dewletê çawa efû bikin?"   Rahşanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro hinek jin li ber avahiya HDP’ê rûdinin. Ev bi rastî şermek mezin e. Wek jinên Kurd gelo vê çawa dikin? Dayikên li hestiyên zarokên xwe digerin hene. Wê demê ez jî biçim wir ez jî bêjim ‘bavê min li ku ye?’ Belê hûn li zarokên xwe digerin. Ez li ku li kujerên bavê xwe bigerim? Kujerê bavê min li ku ye, kê bavê min kuşt? Tenê doza bavê min didome. Yên din hemûyan ji doza Jîtemê berat kir. Ger gumanbarê doza bavê min bên beratkirin wê her tişt diyar bibe. Em dizanin kê bavê min kuştiye, lê ew diparêzin, vedişêrin.”