'Min bi destên xwe birîndarên Berxwedana Serdemê tedawî kir' 2020-01-08 09:02:55   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jina bi navê Şêrîn Ehmed a ji Efrînê ye û niha li Kampa serdemê a Şehbayê dijî di derbarê rola xwe ya di berxwedana Serdemê de nirxandin kir û wiha got: "Li Efrînê min mala xwe ji birîndarên şer re vekiribû û bi destên xwe birînên wan derman dikir."   Şêrîna 39 salî û dayika 4 zarokan e di berxwedana Serdemê de roleke sereke lîst û ji bo tedewîkirina birîndaran mala xwe vekir û weke zarokên xwe birînên wan derman dikir. Têkildarî vê mijarê Şêrînê rola xwe di şerê Berxwedana Serdemê de anî ziman.   'Me her li berxwe da'   Şêrînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û wiha got: "Dewleta tirk bi awayekî hov êrîşî gelê Efrînê kir û hemû cureyên çekên xwe li ser me bi kar anî. Em tu carî 20’ê çileyê ji bîr nakin. Li hember ewqas çek berxwedanek dihat meşandin. Min karê hemşîretiyê li Efrînê dikir û heta roja îro karê xwe didomînim. Li Efrînê me birîndar derman dikirin, birînên wan jî ji ber êrîşan gelek xeter bû,  ji ber êşa birîna wan jî ez gelek xemgîn dibûm. Lê li dijî hemû êrîşên hovane me her li berxwe da"   'Em her bi hêz in û em ê her li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Şêrînê diyar kir ku li Efrînê deriyê mala xwe ji koçberan û ji birîndaran re vekir û got: "Tenê ji bo em ji Efrînê dernekevin min deriyê mala xwe gelê ku ji gundan dihatin vekir. Me alîkarî dida hev Ji bo  ku em di nava hev de bijîn û ji Efrînê koçber nebin. Li Efrînê di dema şer de di aliyekî de birîndarên me çêdibûn û di aliyekî de şehîdên me çêdibûn me gelek êş û zehmetî ji ber êrîşan dîtin, lê tu carî dagirkeriya Erdogan bi top û tivingên xwe em lawaz nexist. Em her bi hêz in û em ê her li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin."   'Min mala xwe ji birîndaran re vekir'   Şêrînê di nava gotinên xwe de qala kêmderfetên tendirustiyê yên li Efrînê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke tê zanîn li Efrînê ji ber şer û dorpêçê derfetên tendirustîiyê gelek kêm bûn û rewşa birîndaran xeter bûn û ji ber neweşxane dûr bû min mala xwe ji birîndaran re vekir û ew tedewî dikirin. Birîndarên ku dihatin gel min weke zarokên xwe min ew derman dikir."   'Em ê ji bo rizgariya Efrînê her li ser piyan bin'   Di dawiya axaftina xwe de Şêrînê teqez kir ku di 17’ê adara 2018’an de ji ber êrîşan ew ji Efrînê derketine û wiha bi dawî kir: "Niha jî em li kampa serdemê bi cih bûne û berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê didomînin. Çi ji me were xwestin em amede ne ji bo rizgariya Efrînê."