Hersê jinên şoreşger bi semînerekê hatin bibîranîn 2020-01-07 16:07:19   KOBANÊ - Bi boneya 8'emîn salvegera hersê jinên têkoşer ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan  Kongreya Star semînerek li ser jiyana wan li bajarokê Sirîn û navçeya Qinê  li dar xist.   Kongreya Star ya Kobanê Ji bo bîranîna 8'emîn salvegera  hersê jinên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara) Fîdan Dogan(Rojbîn) û Leyla Şaylemez(Ronahî) semînerek li ser jiyana wan li bajaroka Sirînê û navçeya Qinê li dar xist. Bi dehan sazî û dezgehên jin di semîneran de amade bûn. Li bajaroka Sirînê semîner ji aliyê Komîteya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohilat Arîf ve hat dayîn. Li navçeya Qinê jî Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Hebûn Êto ve hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   'Dijmin ji vîn û hêza jinan ditirse'    Di semîneran de wiha hatibû gotin: "Ev komkujî di 9'ê çileya 2013'an ve bi destê istixbarata tirkan pêk hat. Sakîne Cansiz karê siyasî dida meşandin, Fidan Dogan xebatên dîplomasiyê û Leyla Şaylemez jî xebatê ciwanan bi rê ve dibir. Her jinek ku serî li hember zilmê hildida, dijmin bi hovitiyek  mezin wan qetil dike. Di şerê berxwedana rûmetê de jî siyasetmedar Hevrîn Xelef û bi hezaran jin hatin armanc girtin. Dijmin ji vîn û hêza jinan ditirse.  Ev tevger bi hêsanî nehatiye avakirin. Xeyalên rêheval Sakînê ew bû ku tevgera jinê bi jinên enternasyonalîst re jî bide nasîn. Di roja me ya îro de bi hezaran jinên cîhanê her sê jinên têkoşer bi bîr tînin û li ser şopan wan dimeşin."   Hêjayî gotinê ye ku wê sibe semînerên li ser  jiyana hersê jinên têkoşer li navçeya Çelebiyî û Şêranê bê lidarxistin.