Kongreya Star bi semînerekê Sakîne û rêhevalên wê bi bîr anî 2020-01-07 13:12:05   HESEKÊ - Li Hesekê bi boneya 8’emîn salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez semînerek li ser jiyana wan hate lidarxistin.   Di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Parîsa Fransayê sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatn qetilkirin.Îro bi boneya 8’emîn salvegera şehadeta sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez Kongreya Star a Hesekê semînerek ji jinên Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li navenda TEV-DEM'ê dan. Endam û Rêvberên saziyên Civaka Sivîl di semînerê de amade bûn. Semîner ji aliyê berdevka Komîteya perwerdeyê ya Kongreya Star Bêrîvan Ismayîl ve hate dayîn.    Di semînerê de wiha hate gotin: "Şehîd Sara di jiyana xwe de her tim di nava têkoşîn, berxwedan û şer de bû. Em jî weke jinên kurd jiyana wê ji xwe re mînak digirin û em ê xwedî bîranîna têkoşîna şehîd Sara ya ji bo xeta azadiya jinê derbikevin. Em li ser vê bingehê Şehîd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjîn pêwîst e demek ji ya din zûtir ev komploya ku bi hevkariya Fransa û Tirkiyeyê hatîye kirin were zelalkirin. Heta roja me ya îro dijmin jinan dike hedef, ji ber ku ji hêza jinê ditirse, îro dagirkeriya dewleta tirk ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya komploya 9’ çileyê ye. Li beramberî pilanên dijmin em ê wekî jin parastina nirxên şoreşê ên ku bi ked û berxwedana şehîd Sara û rêhevalên wê hatiye bidestxistin bikin."   Paşê sinevizyon li ser jiyana Sakîne Cansiz ,Fidan Dogan û Leyla Şeylemiz hat pêşkêşkirin.   Semîner bi dilsoziya têkoşeran bi dawî bû.