Serap Canbek: Bi zimanê dayikê axaftin çalakiyek bi rûmet e 2020-01-07 09:24:51   Safiye Alagaş   STENBOL -  Endama Lijneya Weşana Rojnameya Jineps Serap Canbek diyar kir ku ziman hîmê esas yê çand û nasnameyê ye û got ziman rihê gelekî îfade dike, bi zimanê dayikê axaftin jî çalakiyeke bi rumet e.   Rojnameya Jineps dengê Çerkezane û ji 2005’an heta niha mehane derdikeve. Endama Lijneya weşana rojnameyê Serap Canbek got ji bo zimanek bê jiyîn divê zext bên rakirin.   Serapê got rewşa zimanên Adîgece, Abazaca û Çeçenî gelek xerabe û bi hinek kursan hewl tê dayîn ku ev ziman ji bo pêşerojê bê ragîhandin û got: “Di 2012-2013’an de qanûna der barê perwerda zimanê dayikê hat derxistin. Wê demê ji bo Abazaca, Çerkez û Adîgece pol hatin vekirin. Lê ji bo pol bên vekirin divê kontejan 10 kes bûne. Li cihên ku zêde Çerkez dijiyan jî eleqe nedît. Li gorî min ev xapînok bû. Ji ber ku hefteyê du saetan wê ders bidîtina. Di du saetan de tiştek nedihat fêrkirin. Niha li herêmên ku Çerkez dijîn kurs tên vekirin. Li hinek bajaran navendên perwerda gel tên vekirin. Lê ka wê bi van heta ku derê biçin. Yanî bi rastî jî zêde hêviyê nade.”   Serapê got li gorî peymanên navneteweyî divê dewlet zimanan bikin bin garantiyê û mafê zimanê dayikê mafê herî mirovahiye û wiha got: “Ziman der barê paşerojê de her tiştî dihewîne. Ziman rihê gelekî ye. Çand, nasname her tiştî ziman radigihîne. Îro dema ez hevokek ji zimanê xwe wergerê Tirkî dikin, gelek kêmasî têde çêdibin. Ji ber vê jî ziman tunebe çand nikare bê ragîhandin.”   ‘Axaftina bi zimanê dayikê çalakiyek bi rumet e’   Serapê destnîşan kir ku ji bo zimanê wan bê jiyîn divê dê û bav bi zarokên xwe re zimanê dayikê biaxivin û got: “Em dizanin bi zimanê xwe Çerkezî bê axaftin. Lê mixabin malbat naxwazin zarokên wan bi Çerkezî dema xwe winda bikin. Axaftina bi zimanê dayikê çalakiyeke bi rumet e.”