‘Serokomarê welat destûrê bide tecawizê sûcdar ew e’ 2020-01-07 09:20:45   Habîbe Eren   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum da zanîn ku di rewşa ku sererastkirina ‘di êrîşa zayendî ya li dijî zarokan de efûya riya zewacê’ ya di pakêta duyemîn a darazêde cih digire, bibe qanûn, wê bûyerên tecawiza zarokan zêde bibe. Seroka giştî ya TKDF’ê Canan Gullu diyar kir ku hejmara kesên di 2016’an de ji efûyê fêde girtine 286 bû û îro jî gihaştiye 16 hezarî.   Li gorî sererastkirina ‘di êrîşa zayendî ya li dijî zarokan de efûya riya zewacê’ ya di pakêta duyemîn a darazê de cih digire, di bûyerên tecawiza zarokan de ger temenê navbera gumanbar û zarokê de ji 10 salî zêdetir nebe, zewac pêk bê wê ceza bê taloqkirin.   Tê payîn ku ji bo dema nû di 7’ê Çile de pakêta duyemîn a dararazê li Meclîsê bê rojevê. Jin beriya ku meclîs vebe di 6’ê Çile de li dijî vê sererastkirinan li kolanan bûn.   ‘Wê bûyerê tecawizê zêde bibin’   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê û endama Komîsyona Wekheviya Jin û Mêr a TBMM’ê Zuleyha Gulum diyar kir ku ev sererastkirin rê li ber zewacên ku zarok bi tecawizkar re bên zewicandin û bi salan bi tecawizê re bên rû hev re vedike û got: “Sînorê temenê 10 jî bi tu awayî nikare vê rewa bike. Bêguman muxatabên vê qanûnê zarokên keç in. Ev tê vê wateyê zarokek 14 salî bi tecawizkarê 24 salî re dikare bê zewicandin. Ev jî di heman demê de tecawizên zarokan jî wê zêde bike.”   Zuleyhayê destnîşan kir ku wê ji ber bendewariya ‘wê ji xwe efû bê’ wê tecawiz jî zêde bibin û zarok di bin navê zewacê de wê bi salan bi mêrê tecawizkar re bijîn û got ev jî wê encamên gelek gelek giran derxin holê.   ‘Jin tevî biryara parastinê tên kuştin’   Zuleyhayê bal kişand ser giştînameya ku di rojên borî de wezareta dadê ji bo pêşîgirtina şîdetê weşandiye û got: “Di giştînameyê de tenê tiştên ku divê bê kirin tê bibîrxistin. Lê bibîrxistin têr nake. Divê ev pêk bê. Tevî biryarên parastinê jin tên kuştin. Niha hewl tê dayîn Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 bê rakirin. Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin divê ev pêk bên.”   ‘Wê rê li ber karasetek mezin bê vekirin’   Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gullu destnîşan kir ku di rewşa ku ev bibe qanûn wê rê li ber karaseteke mezin bê vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bedela vê wê gelek giran be. Wê tecawizkar bêjin ‘ji xwe wê efû bê’ û jiyana bi sedan kesî tarî bibe. Ez vê wek qanûna efûyê nabînim. Ev şermeke mezin a ku bi destê meclîsê tê kirine. Ev rewakirina tecawizê ye. Ez vê wek tecawiz dibînim. Ger serokomarê vî welatî tecawizê erê bike, sûcdar jî ew e.”   Cananê bal kişand ser giştînameya ku ji aliyê wezareta dê û karê hundir ve hatiye weşandin û got: “Min ji bo giştînameyê got naveroka wê vala ye. Piştî vê wezîrê dadê Abdulhamît Gul li min geriya. Got; nokteyên ku rexne dikin parve bikin, em ê giştînameyek din parve bikin. Me got ku divê aliyên kêm bên çareserkirin. Lê dîsa jî naverok vala bû.”