Di 10 salan de 6 surgun û qedexe 2020-01-07 09:16:19   WAN - Girtiya bi navê Şefîke Bîlîcî ku 10 sal e di girtîgehê de dimîne, 6 caran hatiye surgunkirin û herî dawî jî surgunî girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê hat kirin û li wir jî bi qedexeyan re hat rû hev. Dayika wê Hatûn Bîlîcî, got ji ber keça wê li dijî lêgerîna tazî derketiye, cezayê qedexeya hevdîtin û telefonê lê birîne.   Sefîke Bîlîcî (40) di 2010’an de di operasonên KCK’ê de girtin û heta niha li 7 girtîgehan maye. Şefîke herî dawî di 1’ê Tebaxa 2014’an de surgunê girtîgeha Tîpa T ya Kayseriyê hat kirin. Polîtîkayên cezayê li her girtîgehê hebûn û li wir jî berdewam kirin. Dayika wê Hatûn Bîlîcî da zanîn ku ji ber li wir lêgerîna tazî qebûl nekiriye, qedexeya hevdîtina malbat û telefonê danê û pereyê ku dişînin jî mehek şûnde didinê.   ‘Girtî rastî binpêkirinên giran tên’   Hatûnê got girtiyên jin rastî her cureyê binpêkirinê tên û wiha got: “Koxuşa wan sar e, ne paqij e û xwarinên wan gelek xera bin. Dema nexweş dikevin bi kelepçê dibin nexweşxanê. Dema tên sûrgunkirin jî rastî lêgerîna tazî tên. Ji ber vê qebûl nakin jî qedexeyan didin wan. Em pere dişînin mehek şûnde didinê. Heqeretan li girtiyan dikin. Ev tiştekî ku nayê qebûlkirinê ye.”   ‘3 sale nikarim biçim hevdîtinê’   Hatûnê destnîşan kir ku yekene sûcê keça wê têkoşîna ji bo maf û nasnameyê ye û got: “10 sale keça min girtiye. Hîna cezayê çi pê didin kişandin. Herî dawî surgunê Kayseriyê kirin. Ji ber dur e, nexweşiya min ya dil heye ev 3 sale nikarim biçim keça xwe bibînim. Em dest ji doz û nasnameya xwe bernadin. Li girtiyan heqeret têkirin. Zarokên me ji bo zimanê xwe têkoşîn dan.”