Jinên kurd yekitiya Gelê Kurd diaxivin: Divê têkoşîna hevpar bê dayîn 2020-01-07 09:09:41   Rengîn Azîzoglu   AMED - Ji saziyên cuda jinan bal kişandin ser girîngiya yekitiya Netewa Kurd û gotin: “Yekitiya kurd yekitiya jinan e. Di nokteya yekitiya neteweyî de wê jin hîmekî ava bikin. Ji bo parastina nasnameya jinên kurd têkoşînek hevpar pêwist e.”   Piştî Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona leşkerî da destpêkirin şûnde, Yekitiya kurdan hat rojevê û xebat û nîqaşên der barê wê de didomin. Endama Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglu, hunermend Devrîm Demîr, parêzer Gulşen Ozbek der barê yekitiya Kurd de nirxandin kirin.   Hunermend Devrîm Demîr diyar kir ku pêşengiya yekitiya neteweyî wê jin bikin û got: “Yekitiya kurdan bê çand û huner nabe, di vê yekitiyê de jî wê çand û ziman rolek mezin bilîzin. Carna hinek tiştên bi dîplomatîk nayên gotin, bi hevkariya çand û hunerê dikare bi awayekî bandor bê vegotin. Ligel çand û hunerê ziman jî gelek girînge. Ziman bê çand, çand jî bê ziman nabe. Em bi hêvî ne, emê bi nîqaşan re van pisgirêkan çareser bikin. Li ser ziman polîtîka zext û şîdetê heye. Ziman li dijî her zor û zextê dikare xwe biparêze mezin bike. Ger hêvî mezin be wê serkeftin jî mezin be.”   ‘Yekitiya kurdan wê bibe yekitiya jinan’   Endama Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglu, destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke ku li hember Gelê Kurd gelek zext pêk tên re derbas dibin û got ev êrîş bi sedsalane jî didomin. Dîcleyê ev tişt vegot: “Êrîşên li hember Gelê Kurd pir alî bûne. Li gorî min hewcedarî ji her demê zêdetir bi yekitiya jinan heye. Jin dikarin di vê mijarê de pêşengiyê bikin. Em rojnamegerên jin em ê  li qada xwe balê bikşînin ser vê mijarê. Mijareke din ya di nîqaşên yekitiya netewa kurd de derketiye holê ev bû ku yekitiya netewî dikare bi pêşengiya jinan pêk bê. Jinên kurd dikarin di warê yekitiya neteweyî de hîmekî ava bikin.”   ‘Yekitiya Netewî yekitiya têkoşîna ji bo hebûna me ye’   Parêzer Gulşen Ozbek jî daxuyakirin ku her gel her netew mafê wan yê xwezayî hene û got: “Gelê Kurd di seranserê dîrokê de hatiye redkirin û nehatiye qebûlkirin. Li kurdan tê ferzkirin ku dest ji mafên xwe yê sereke berdin berdin. Ji ber vê jî her tim li hember wan şer û komkujî pêk anîn. Ji bo parastina hebûna Gelê Kurd divê yekitî pêk bê. Ji ber îro em ji ber çand û nasnameya xwe rastî êrîşan tên. Yekitiya Neteweyî, yekitiya têkoşîna ji bo hebûna me ye. Jinên Kurd ji bo parastina nasnaemya xwe divê têkoşîna hevpar bimeşînin.”