'Civakên perwerdekirî civakên xwedî çand û exlaq in' 2020-01-07 09:04:34   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star ya herêma Firatê Felek Yusif di derbarê perwerdekirina jinan de axivî û wiha got: "Bi rêya perwerdeyê jin dibin xwedî hêza çareseriya pirsgirêkên civakî û zayendan."   Perwerde yek ji xala bingehîn ya civaka polîtîk û bi exlaq e. Ji bo civak bikaribe hebûna xwe biparêze û bi awayekî zanist bijî pêwîstiya wê bi ferdên zane û xwedî qabiliyetên civakî heye. Civakên ku bi awayekî erênî û zanistî neyên perwerdekirin, ew civaka di hemû kêliyan de mehkûmî koletiyê tên kirin. Yek ji civakên ku girîngiyê dide perwerdeya civakê pergala civaka demokratîk e. Ji bo civak nebin amûra di destê netew-dewletan de pêwîstiya civakan bi perwerdeyên guherîna hişmendî û vîna azad heye. Bi avabûna şoreşa Rojava re li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê akademiyên civaka demokratîk, akademiyên Kongreya Star û hwd. li gorî hemû pêwîstiyan û rehendên heyî akademî û dewreyên perwerdeyê di nava civakê de hatin damezirandin û bê ku cudahî bikeve nava gel, netew, ol û çînan hemû ferdên civakê di van akademî û perwerdeyan de derbas dibin. Armanca hemû akademî û perwerdeyên heyî ew e ku civak bibe xwedî hişmendiya wekheviya di navbera her du zayendan de û her wiha xwedî vîneke azad ku bi karibe xwe bi rê ve bibe.    Di derbarê pergala perwerde û asta perwerdeya jinan de Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a herêma Firatê Felek Yusif nêrînên xwe parve kir.   'Perwerde hêza bingehîn a civakan e'   Felekê di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû ferdên civakê hewcedarîya wan bi perwerdeyê hene û wiha pê de çû: "Di sala 2019’an de me hewil da em xwe bigihînin hemû jinan û wan di perwerdeyan re derbas bikin. Li gorî van hewildanên me di navçeyan de me zêdetirî 500 jinan perwerde kir. Em ne tenê di akademiyên Kongreya Star û akademiyên civaka demokratîk de perwerdeyan didin. Di heman demê de em li zanîngeh, komîn, dewreyên ku di  KPC’ê de tên vekirin û li gelek qadên din jî perwerdeyê didin û hewil didin ku hemû ferdên civakê di van perwerdeyan re derbas bibin. Her wiha di demsala havînê de hamû mamoste jî di perwerdeyan de derbas dibin û xwe ji bo sala nû amade dikin. Di sala 2019'an de li akedimiya Şehîd Şîlan Kobanê 11 dewre hatin vekirin, 2 ji van dewreyan jî yên mêran bi tenê bûn ku di bin sîwana Kongra Star de hatin vekirin û bi giştî 40 mêr di van her dû dewran de cihê xwe girtin."   'Armanca me ew e her jin bibe xwedî hêz û xwe bi rê ve bibin'   Felekê da ravekirin ku ew hewil didin xwe bigihînin hemû jinan û jinên nikaribin werin akademiyan jî  di malên wan de perwerde bikin û asta zanistiyê di civakê de bigihînin pîleya herî baş û wiha pê de çû: "Jinên ku di akademiyan de derbas dibin gelek ji wana cihê xwe di nava kar de digirin û piştî perwerdeyan xebat didin meşandin û hinek ji wan jinan jî li malên xwe û dibin yek ji endamên çalak ên komînan. Me di sala 2019'an de jî hewil da ku em xwe bigihînin hemû jinan û di sala 2020’an de jî em ê hewil bidin jinên ku me xwe negihandiye wan em xwe bigihînin wan û jinên ku ji ber zarokên xwe nikaribin ji malê derkevin jî wan di mal de perwerde bikin. Her jinek perwerdekirî civakek zana ye û jin-dayik mamosteya bingehîn a civakê ye."   'Perwerde hêza parastina civakan e'    Felekê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku tevlî perwerdeyan bibin û xwe bi xwe jî bi awayekî erênî perwerde bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Li gorî me dixwest me nikarîbû xwe bigihînin hemû jinan, lê bê guman wê ev têkoşîna me ya ji bo gihaştina hemû jinan  bê rawestan bidome. Yek ji sedemên ku me nedikarî xwe bighînin hemû jinan jî ew bû ku jin û civak hîna jî di bin hişmendiya zihniyeta baviksalarî de ne. Lê li gorî salên berê îsal asta perwerde û xwesteka beşdarbûna perwerdeyê ya jinan ji salên borî gelekî baştir bû. Dema ku jin carekê tên perwerdeyan û şûnde xwesteka wan a perwerdeyê de zêdetir dibe. Jinên dewreyekê jî dibînin hewil didin ku jinên cîranên xwe jî beşdarî perwerdeyan bikin û li malê jî di komînên taxa xwe de jinan perwerde dikin. Her wiha dayikên temenmezin gelek bi xwestek nêzî fêrbûna ziman dibin. Mirov dikare bêje ku bi evîndariyek mezin pênûs û sernivîsa xwe radikin û bê rawestan xwendin û nivîsê fêr dibin. Ev jî ji bo me serkeftinek mezin e."